|
Divê
Mêrik kurê xwe þand xwendinê got bila ji xwe re bixwîne bibe mirov û cahil
nemîne. Kurik çû xwendina xwe xilaskir û hate mal û bavê wî jê pirskir,
-kurê
min te mekteba xwe xilaskir..?
Erê,
bavo min xwendina xwe xilaskir.
-Te çi
xwend kurê min..?
Bavo min
zimanê teyra xwendî.
- Te got
çii.. , zimanê teyra..?
Erê
zimanê Teyra, min zimanê teyra xwend.
Mêrik
kurê xwe digire û diçe koxê mirîþkan û dibe qirte.. qirta.. mirîþkan. Mêrik
ji kurê xwe dipirse ka mirîþk çi dibêjin..?
Kurik,
wele bavo mirîþk dibêjin; em pir ji bavê te aciz in û dibêjin; bavê te cîyê
me teng dike û di serda jî hêka pir dxwaze lê qûtê jî têr nede me.
Mêrik
Kurê xwe dikire diçe tewla dewara, li tewlê dibe more.. mora.. çêlekan.
Mirêk ji kurê xwe dipirse, kurê min ka çêlek çi dibêjin..?
Kurik,
wele bavo çêlek dibêjin, bavê te pir me digivêþî ne û þîr dixwaze û di serda
jî alif têr nade me û me birçî dihêle.
Kurik
xwe berbi aliyê kerê dikiþîne ku hera hinda kerê, bavê wî dibêje kurê min
neçe ba kerê, ji roja dîya te miriye ew ker xurufîye...
|