|
Zewacên
Qasidê Xwedê Muhemmed Silavên Xwedê lêbin. |
Mucteba
Baravî.
UPPSALA,
27/4 2005- Ez di vê nivîsa xwe de berê xwe didim jiyana
kesekî ku berî bibe Pêxember mirovan jê re ‘’Muhemmed-ul Emîn’’ yanî
‘’Muhemmedê Ewle, bawerî pê tê.’’. Ta ku Xwedê bi Qasidî ew neþandibû û bi
eþkerekirina wî karî nekiribû xwedî erk, tu kes li hîlekarî û xapandina wî
rast nehatibû, tu kesî nedîtibû ku li kesekî derew kiriye, li ser gotina xwe
nesekiniye, tu kesek li bêheyatiyeke wî nebûye þahid.
Jiyaneke pak û paqij.
Em vê yekê di jinuhde avakirina dîwarên Kabeyê û
bicîhkirina Kevirê Reþ ‘’Hecer-ul eswed’’ de jî dibînin. Dema ku dê
qebîleyên Qureyþî bi sedema bicîhkirina wî kevirê bi rûmet de bihevûdû
ketana û hindik mabû ku xwîn bihatana rijandin, biryarek dabûn, kî ji filan
deriyê hanê de têkeve hundir bila ew bibe Qadî û çi çareseriyê pêþkêþî me
bike em dê wê yekê qebûl bikin. Piþtî vê biryarê dema ku Hezretî Muhemmed di
wî deriyê nîþankirî re ketibû hundir hemûyan pevre gotibûn ‘’Ew el-emîn e-
kesekî pê bawer e, ew çi pêþ me bike em pê têne ser’’ gotibûn û wî jî li
gorî riya heþ pirsgirêka wan çareser kiribû.
Dîsa dema ku xwestibû Pêxemberiya xwe ji bo gelê
Mekkeyê eþkere bike, ban hemû qebîleyên wan kiribû û berî ku wan vexwîne
bawerkirina bi Yekîtiya Xwedê ji wan pirsî bû ‘’Ma niha ez ji we re bibêjim
ku li piþ vî çiyayê hanê siwariyan ji bo êriþê xwe amade kirine, hunê ji min
bawer bikin?’’ hemûyan pevre gotibûn ‘’Belê, lewra ta niha me tu carî derew
ji te nebihîstine.’’
Û ev rasteqîniya wî bûye sedem ku kesên di navbera wan û
rastiyê de astengên mina serwet, rûmeta civakî û sereke eþîriyê tunebû
qefle bi qefle têkevin ew dînê ku ji hinda Xweda jê re daketibû.
Hemû kesên gihaþtî dizanin ku mirov ji hêla þehwet û
daxwazên þehwetî de di ciwaniya xwe de xurt e û heke ku exlaqên nebaþ û
qelsî û zêdekarî li gel mirov hebe dema rûdana wan ciwanî ye; û hastên
ciwaniyê yên serkêþ jî di navbera 15 û 45 an de ne. Piþtî 45 saliyê
êdî hêdî hêdî mirov ji hêla xwestekên þehwetî de dadikeve…
Cenabê Muhemmede Pêxember Silavên Xwedê lêbin, ta 25
saliya xwe nezewiciye.
Digel ku ciwan bû tu kes li kirineke wî ya nelirê nebûye
þahid. Piþtî bîst û pênc saliya xwe bi keseke wisa re dizewice ku hemû
serokên Qureyþî digel ku dixwestin bi wê re bizewicin wê qebûl nedikir, lê
dilê xwe bijandibû zewaca bi Cenabê Muhemmed S.X.L. Ev dilbijandin ne ji ber
ku Cenabê Muhemmed sereke eþîrek bû, an jî xwedî serwet bû; lê belê bi sedem
ew diristî û rasteqîniya wî ya ku dema ji bo Hezretî Xedîce çûbû bazirganiyê
bû.
Car caran mirov li derve mîna þêran tê naskirin lê di
jiyana xwe ya malbatî de nikare bibe pisîkek jî, û qels dikeve, qelsiyên
mirov ji bo malbata mirov eþkere dibin û dibe sedema têkçûna rûmeta mirov ya
li hinda hevala mirov ya jiyanê… Lê dema em li jiyana Cenabê Muhemmed S.X.L
dinihêrin ev yeka hanê bervajiyê wê bûye. Piþtî pazde salên zewaca bi
Hezretî Xedîce re (Xwedê jê razî be), yanî dema ku di 40 saliya Cenabê
Muhemmed de Xweda wî weke Qasid ji bo mirovahiyê diþîne di nav mirovan de ya
ku herî pêþiyê pê baweriya xwe tîne û dikeve rêçika wî jina wî ya pazde
salan pê re maye û wî nas dike ye.
Piþtî dahatina Qasidiyê li ser Cenabê Muhemmed Silavên
Xwedê lêbin em hemû dizanin ku jiyaneke dijwar ji bo Cenabê Pêxember û
malbata wî dest pê kiriye û hema bêje ku ji her hêlê de dijwariyan ew dorpêç
kiribûn, lê tu carî em li dudiliya jina Qasidê Xwedê rast nayên û bi ser de
hemû hebûna xwe, serweta xwe ji bo pêþdeçûna wê dozê di rêya Xwedê de daye.
Yanî ta pêncî saliya Cenabê Pêxember bi wê jinika Pîroz
re derbas bûye û tu carî ew li xerabiyeke wî nebûye þahid. Yanî gava ku
Hezretî Xedîce diçe ser heqiya xwe, derdora þêst û penc salî ye. Cenabê
Pêxember jî derdora 50 ye. Yanî hemû temenê xwe yê ciwan yê ku gelek kes tê
de serkêþiyên negotî dikin bi jinikeke navsere re derbas dike û tu kes
tiþtekî ne li rê derbarê jiyana wî de nabihîze.
Ev tiþtên ta niha min gotin ji bo vê gotina ku niha ez dê
bibêjim e, an jî ev pirsa ku ez dê bersîva wê ji we re bihêlim e:
Ma gelo çawa çêbû ku ev mirovê ku wek civat û der û dor
me hemuya ew nas dikir ji nifþkade reh û koka xwe, exlaq û tevgerên ku gel
jê li hêviyê ne, da aliyekî û ji nifþka de bû pepûk û hêsîrê daxwaz û
xwestekên xwe?
Ma heke dest bi jiyaneke wisa jirêderketî kir gelo çima
ew durû/ munafiq û dijminên wî yên li bende wî û xeletiyeke piçûk bûn ku di
devê xwe de bikin benîþt û bikin sedema nebaþkirin û reþkirina wî û doza wî
qet li ser vê yekê nesekinîn û ev kirênên wî yên nelirê ji xwe re nekirin
mane?
Ew kesên ku bixwazin xerabiyekê bikin, ji dûr de dest pê
dikin, ji bo ku kes zû bi zû bi xerabiya wan ne hese, yanî ne diziya
gundiyên xwe lê pêþiyê ji yan gundên der û dorê…
Kesinî vê dema me li gor heþê îroj radibin, rabûn û
rûniþtin, dayîn û sitendina hezar û çarsed sal berê dipîvin.
Ji xwe ev yeka hanê ji serî de xelet e, kesên lêkolîner
dema ku bixwazin di rastî û pîvandina bûyerekê, tevger û gotinekê bigihêjin,
divê ku xwe ji binê bandor û tesîra dema xwe derxîne, bikaribe li gorî
dem û dewrana ku ew bûyer qewimiye, têgihaþtina mirovên wê demê,
pîvanên wê civatê, û ew bûyer di navberê kê û kê de, di demeke çawa de
çêbûye an jî hatiye gotin û kirin… ev tiþtên ku min gotin alîkariya mirov
dikin, ku mirov di rastiya bûyeran bi awayekî rast bigihêje.
Mijar li ser zewacên Cenabê Pêxember bi keçikên piçûk re
ye…
Xeletiya yekem ew e ku mirov bibêje ‘’bi keçikên piçûk’’;
ji ber ku Cenabê Muhemmed di temamê jiyana xwe de tenê bi keçikekê re
zewiciye, yên dinê hemû jinebî bûne.
Ew keçika hanê jî ya nêzîktirîn dostê wî Hezretî Ebû
Bekir e (Xwedê jê razî be.) yanî Eyþeya keça Hezretî Ebû Bekir e…
Piþtî ku hevala Cenabê Muhemmed silavên Xwedê lêbin
ya yekemin diçe ser heqiya xwe, Qasidê Xwedê pêþiyê ji xwe re bi Hezretî
Sewde re zewiciye û dûv re jî dema ku koçî Medîneyê kiriye bi Hezretî Eyþe
Xwedê jê razî be re zewiciye.
Tiþtê ku hinek kesên di dema me de dikin sedema nîqaþê,
mezinbûna temenê Qasidê Xweedê û pîçûkbûna temenê dayîka bawermendan Hezretî
Eyþe Xwedê jê razî be ye.
Li vê derê dive ku em hinek xalan zelal bikin:
-
Herwekî ku tê zanîn herema Erebistanê germ e, û di wê av hewayê de mirov
zû balix dibin yanî têne dema zewacê. Bi taybetî keçik berî lawikan
digihêjin temenê zewacê û dikevin adetên mehane. Adetên mehane ji bo
keçekê mîna sembola mezinbûnê ye û wateya wê ew e ku heke ev keçik vê gave
bizewice dikarin zarok jê re çêbibin. Piþtî ku keçik balix bû, êdî
di navbera wê û zewacê de ji hêla hikmeta zewacê ku berdewamkirina neslekê
ye tu asteng namînin.
-
Di wê
gavê de ne tiþtekî xerîb û sosret bû ku kesekî bi temenê xwe mezin bi yeke
ji xwe bi temen piçûktir re bizewice. Ev yeka hanê ta van salên dawiyê jî
di navbera me kurda bi xwe de jî weke tradisyonekê berdewam kiriye.
-
Hezretî Eyþe belê rast e ku jina Qasidê Xwedê Cenabê Muhemmed e û
dayika bawermenda ye, lê ew bi xwe di tarîxa Îslamê de û di nav zanistên
Îslamî de bi taybetî di ware ragihandina Hedîsên Cenabê Pêxember de ji
jinekê bêtir karê xwendekareke zîrek kiriye. Yanî em dikarin bibêjin ku
hîkmeta zewaca wê ya bi Qasidê Xwedê re ragihandina jiyana Qasidê Xwedê ya
malê ji bo kesên bawermend e, ji xwe Qasidê Xwedê di hedîseke xwe de
gotiye ‘’nîvê dînê xwe ji vê sorikê (humeyra) fêr bibin.’’. jiber ciwaniya
xwe pêkanîna vî karê hanê bi awayekî herî serkeftî bûye para wê. Yanî bi
gotineke dinê em dikarin bibêjin di nav temamê jinan de ya di warê
ragihandina Îslamê bo bawermendan serkeftî Hezretî Eyþe bû Xwedê jê razî
be.
-
Heke
Qasidê Xwedê Cenabê Muhemmed Silavên Xwedê lêbin bi xwestina Eyþe karekî
nelirê (haþa) kiribûna, gelo ma çav bi sere xezûrê wî Ebû Bekir Xwedê jê
razî be tunebû. Ew Ebû Bekirê ku ji bo rastiyê hemû derfetên di destê xwe
de fîdayî doza xwe kiribû nikarîbû li hember vê xeletiya hanê derketana?
Heta piþtî xwestina wê, piþtî ku koçî Medîneyê dikin dê çima ji Qasidê
Xwedê bipirsiyana ‘’Ya Qasidê Xwedê ma çi asteng heye ku tu jina xwe nabî
mala xwe?’’ Qasidê Xwedê jî di bersîvê de wek sedem ne piçûkbûna temenê
wê, lê belê tinebûna derfetên maddî nîþan dabû. Hezretî Ebû Bekir bi xwe
deyn dabû Qasidê Xwedê da ku pê mahra Hezretî Eyþe bide. Piþtî vê yekê jî
diya Hezretî Eyþe bi destê xwe keçika xwe dixemilîne û dibe mala Qasidê
Xwedê.
-
Heke
ev zewaca hanê sosretek bûna wek me li jor jî got dê munafiqên wê demê yên
ku li bendî manayekê bûn ev ta bikirana werîs û li zimanê xwe bigerandana.
-
Nuqteyek dinê jî jin û zilam ji hêla qabiliyeta nesilberdewamkirinê ne
mîna hevûdû ne. jinik pir pir heta 45… saliya xwe dikare zarokan
bîne. Piþtî wê êdî ji adetên mehane qut dibin û zarok ji wan çênabin. Lê
zilam ne wisa ne, ta heftê heyþtê saliya xwe jî dikare zarok ji wan
çêbibin. Ji ber vê yekê di nuqteya berdewamkirina neslê jî ku sedema
hikmeta zewacê ya herî girîng bû, tu nakokî di navbera temenê wê û
yê Cenabê Pêxember S.X.L tuneye.
-
Rojek
ji rojan me tu gazin ya derbarê vê zewacê de ji Hezretî Eyþe Xwedê jê razî
be ne di jiyana wî de ne jî piþtî wefata wî nebihîstiye.
Binêrin bê ka Hezretî Eyþe
Xwedê jê razî be, dîtinên xwe derbarê têkiliyên Qasidê Xwedê yên bi jinên wî
re ji me re çi xweþik radigihîne:
"Ew (Cenabê Muhemmed) li hember jinên xwe di nav mirovan
de yê herî nerm, herî kerîm/ qenc û rûgeþ û devliken bû."(G.Ahmed
Ziyaüddin, Ramuz El Hadis, 2. cilt, Gonca Yayýnevi, Ýstanbul, 1997, 531/7
|