|
Zerqawî,
Mela û Xetîbên Mizgeftan li Îraqê bi kuştinê tehdît dike
KSN/ 13/8 2005-Serokê rêxistina el-Qaîde
beşê Îraqê Ebu Museb el-Zerqawî, Mela û Xetîbên Mizgeftan li Îraqê
bi kuştinê tehdît dike ku eger ew destûra Îraqê bi pejirînin. Zerqawî,
di daxwîyanîyek ku li ser înternetê hatîye belavkirin de dibêje;
Ew Mela û Xetîbên ku dengê erenî bidin destûra Îraqê ya ku tê amadekirin
an ji beşdarîyê di dengdana referandumê de bikin, ew " murtedin" û wê
werin kuştin.
Zerqawî bang li Melan dike ku ew li himbrî
Xwedê Teala ji her gotineka ku ji devê wan derdikevin berpirsin û
em hukmê murtedan li ser hemû kesên ku dengê xwe yê erenî bidin destûra
Îraqê bi cîh tînin. Di daxwîyanîyê de waha tê gotin: Hûn çewa dengê xwe
didin destura ku ji alîyê Telebanî, Berzanî û Sîstanî ve tê amadekirin.
Destura Îraqê li dijî şerîeta Muhemed Pîximber e silavên Xweda lêbe.
Li gora Zerqawî, ew bi tenê li ser rêya
Qur`an û Suneta Pêximber in û yên din hemû li ser rêya batil in.
ŞÎROVE
-Dema min ev nûçe amadekir gelekî tişt
hatin bîra min. Gelo Zerqawî hukmê murtedan ji kudera Qur`ana pîroz
derdixîne? Di Qur`anê de ayetek wusan vekirî tuneye ku ew kesên
ji dînê xwe derkevin dibin murted û divê werin kuştin û suneteka Muhemed
Pêxember jî tune. Lê di mezheban de hukmê kuştina Murtedan heye û ev jî
bi tenê nêrîna Îmamên Mezheban e û her kesî girê nade.
-Ya dudîyan, Zerqawî, binavê Îslamê rojê
bi 10an kesên bêrî, jin û zarokan qetil dike. Ev karên nemirovî û
li dijî rêbaza Îslam û Pêxember, ji kîjan Hedîs û Sunetên Pêxember
derdixîne..? -Ya
sisîyan, dema Sedam Huseyin bi 10 hezaran xelkî Kurd, Şîî û xelkên
Îraqê qetil dikir, wê demê Zerqawî li kubû, di bin baskê Sedam de çi
dikir?.. Tîştên
Zerqawî û yên wekî wî dibêjin, tu eleqekî wan bi dînê Îslama ku ji
Qurana pîroz hetêye girtin tune. Lê Zerqawl li gora kultura ereban ya ku
ji Emewîya hatîye girtin tevdigere û vîya jî wek rêbaza Îslamê nîşan
dide. Çevkanî:
Îlaf Amedekar:
Dilbirîn |