|
Zarokên Kurd yên bi sedema
şewitandina ala tirkan hatibûn girtin serbest hatin
berdan
Mersîn, 3/4 2005- Li bajarê Mêrsînê di
pîrozbahîyên Newrozê de, bi îdeayên ku zarokên Kurdan pê li ala Tirkan
kirine an jî xwestina bi şewitîne çend zarokên Kurd hatibûn girtin, lê niha
serbest hatin berdan. Do li bajarê Mêrsînê Dadegehkirina zarokan ji alîyê
Dadegeha Cezayê Aslîyê ya Mêrsînê ve destpêkir û piş du seet Darizandina zarokan,
zarok serbest hatin berdan.
Li gora ku hatîye ragihandin ji Baroya Parêzeran
ya Mêrsîn, Îzmîr, Edene û Dîyarbekiriê 14 parêzeran zarokên Kurd parastine û
eleqeyek mezin ji bona Dadehkekirina zarokan ji alîyê milet û sazîyên sivîl û
huqûqî ve hatîye dayîn.
Wê ji îro û pêve, zarok bi awakî
serbestberdayî werin dadegehkirin. Lê ji zarokan re 10 sala cezayê giran tên
xwesin.
|