**Menûya Kurdî**
 

 VEBÛNA ZAGROS TV Û PÊŞKETINÊN NÛ…

Serhad B.RÊNAS

KSN/ 6/7 2005- Dawîyê dawî de Zagros TV li ser satalayta Hotbirtê dest bi weşanê kir. Ev pêşveçûn bo cihana Kurd bi rastî jî zor girîng e. Cihe medya di roja me de gelek girînge vê girîngî bo Kurdistanîyan hîn zêdetire. Rewşa rojnamegerîya Kurdî li Kurdistana azad em dikarin bêjin gelek başe lê televîzyonvanîya Kurdî ne ewqas  asteke bilinde ye .Heta bi %100 serbixwe bûna Kurdistan divê medyaya Kurdî gelek karên ku dewlet dike divê ser milên xwe bigre.

   Di serî de diplomasî, pêşxistina çand, huner, muzîk, ziman hwd... a Kurdî. Divê bi dehan televizyonên Kurdan avabibe. Kurdistana Başur de bo pêşketine mediayaya Kurdî bingeh diruste. Û hêdî hedî jî dezgehên nû tên vekirin. Piştî serxwebuna Kurdistanê jî mediyaya kurdî felsefeya xwe divê avayekî neyinî neguherîne pêşketin û dewlemend buna Kurdistan û çanda Kurdî û civaka Kurdî hewl bide.Bi wan re girêdayî rojnamegerîya Kurdî,kovargerîya Kurdî û weşanên Kurdî ên înteraktîf jî ewê pêşvebiçe.Li Kurdistana Azad de bingeh bo pêşketinan diruste.Her roj derbarê pêşketinek nû de nûçeyek tê.Nûçeya herî dawî ku -bo raya min gavekî girîng bû- biryara 
damezrandina xaneya destnivîsê Kurdî bû ku bo parastina destnivîsên Kurdî zor girînge û bo zimanê Kurdî pêşketinek gelek girînge.

   Vebûna Zagros TV piştî hilbijartina Br.Mesud BARZANÎ bo Serokatîya Dewleta Federe a Kurdistan û hin pêşketinên din ku di siyaset,diplomasî û hin warên din de pêkhatiye, xelatek bû û keyfxweşîya Neteweya Kurd geştir kir. Zagros TV di medyaya Kurdî de valahîyek tije dike. Lê ne bese .Li gel kêm bûna amûrên ragihandinê di serî de kêmbûna televîzyonên Kurdî, Medyaya Kurdî de kêmasîya herî mezin nebûna profesyonelbun e .Divê vê keşe were çareser kirin. ZAGROS TV ji Kurdistana Başur weşan dike. Ev yek gelekî girînge çunke divê medyaya Kurdî di axa xwe de pêşbikeve. Gelê Kurdistan li benda televîzyon, rojname, kovar, malper, radio bi giştî dezgehên nû ên medyayê ye. Em wisa hêvî dikin ku ZAGROS TV di xeta serxwebuna Kurdistan -NE TIŞTEKÎ DIN- bimeşe û berjewendiya bilind a gelê Kurd li ser her tiştî bihesibîne. Gelê Kurd derdorên ku berovajî vê yekê tevdigerin bêguman bi avayekî tund mehkum bike.
 

  Niha 7(Kurdistan TV,Kurdsat TV,Zagros TV,Rojava TV -tenê rojên înê weşan dike-,Me TV,Roj Tv û  tevî Seher TV) TV û 8 radyoyên Kurdî ser satalaytê weşan dikin.Her wiha kêm-zêde tevahî 40 rojname(ji wana 2 heb rojaneye, li Kurdistana Azad weşan dikin û piranîya rojnameyên Kurdî li Kurdistana Azad weşan dikin),400-450 kovar(piranîya wan kovaran li Kurdistana Azad weşan dikin) û nêzî 40-45 portala dengûbas-nûçe ser înternetê weşan dikin. Li gel vê yekê Rojhilata Navîn 50 mîlyon kurd hene. Bi kêmanî 35 mîlyonê wan zimanê xwe gelekî bi hêsanî qise dikin.Zimanê Kurdî bi hezaran salê di wêjeyê de û bi avayekî nivîskî tê bi kar anîn.Kurdî li Kurdistana Azad ji dibistana serata bigre heta zaningehê de jî zimanê perwerdeyê ye.Kurd neteweyekî mezine her wiha armanca gelê Kurd jî ne bicuke.Ji ber wê 4-5 heb televizyona satalaytî bo neteweya Kurd gelek kême. Televîzyonên ku li Kurdistana Başur weşana herêmî dikin wek -GULAN TV,XAK TV,PERWERDE TV,TELEVÎZYONÎ GELÎ KURDISTAN,PUK TV,S TV,KCP TV,KTV...- divê xwe bikin ser satalytê.


   ZAGROS TV li benda alikarîya Xalkê Kurde. Divê Gelê Kurd bi her avahî piştgirîya ZAGROS TV bike, televizyonvanîyek xurt medyayekî xurt a Kurdî ye. Ne tiştekî hêsan û biçuke. Ji partiyekî, ji-SEROKEKÎ NE SEROK- hewcetire. Him ji Kurdisna Bakur, başur rojhilat û hemû Kurdên cihanê bila piştgirî bidine hewldanên bi vî rengî. Televizyona ku temaşe dikin bila ne bo "XWEDAYEKÎ DEREWKER"
bo azad bûna ax û dahatû rumeta me weşan dike be.

Ez bi navê şexsa xwe hemû piştgirîya xwe didim ZAGROS TV û ji niha ve mizgînîya televîzyon û radyoekî din ê bi Kurdî didim.Demekê nêzik de ewê malpera Zagros TV jî bikeve xizmeta neteweya Kurd.Her wiha piştî demekê Germîyan TV û hin televizyonên nû jî ser satalaytê bikevin xizmeta Neteweya Kurd.Û ji niha we dixwazim grubeke medyaya interaktif-kurdî ku ez pêşengîya vê xebatê dikim ser webê dest bi weşanê bike.

Serkeftin bo Zagros TV. Ser xêrê be.


FREKANSÊN ZAGROS TV (JI KURDISTANA AZAD)

Hotbird

frek.: 11727, Ver.: 27500

      

B.KURDISTANÊ-AMED       serhadbrenas@yahoo.com

 

 
Dem: 6/7 2005  Seet:10 şandine: Serhed.Net        Vegere