YEê, li Tirkîyê doza
dibistana Kurdî dike
KSN/
27 10 2005-
Yekîtîya Ewrûpa, dê di rapora ku
di 9ê mijdarê de, derbarê Tirkîyê de rabigihîne de, cî bide
dibistana kurdî û ji Tirkîyê bixwaze ku li Tirkîyê divê
dibistanên bi Kurdî werin vekirin. Derbarê bi karanîna
kulturê de, li Tirkîyê hê gavên cidî nehatine avêtin û divê li
dijî perwerdeya bi zimanê kurdî, astengîya birokirasîyê were
rakirin. Li Tirkîye,
benda 42an ya destura perwerdê, ji bilî tirkî rê nade tu
zimanekî din ku pê perwerde were kirin. Daxwaza YEê, tê meneya
guhertina mada 42an.
Ji jêderên bilind ya YEê
radigîhîne ku, dewletê girîngî nedaye bakurê Kurdistanê, ji
ber wê çendê kursên bi zimanê kurdî hatin girtin. Tê
ragihandin ku , bi ziman perwerde ne girîng e, lê ya girîng ew
e ku divê bi zimanê dayîkê perwerde were kirin.
Mesela zarokek Kurd dikara bi
kurdî dersa matakmatîk an jî dersa dîrokê bi zimanê kurdî
bistrîne û ev jî bi dersên tayîbet an jî kursên teyîbet
mumkune.
Lê li Tirkîyê, hê qedexeya ku
zimanê kurdî bibe dersek teyîbet.