serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 

Yekin yan na?

 KSN/ 8-11 2005- Seyid,Mella û Sofî ketne pê hevdu û çone cem deravek xweş ketin nav baxekî keske tijî êmîş û tiryê vê giheştî bû. Bi dilkî kul li tiryê baxevan xwarin, nehêlan ser xwe avatek. Dema çavê xudanê baxi ket van her sê bêdîna, bi dil dêje mi çênabe bikim şer tev sê zirpîya, dibe yekyek li nav rez van bikim der ez.

Dibê sofî: Eva yek sahibê ilme û yê din seyid û serwer û ev tacin li xelkê ra,eger xarin li tiryê min, minet baran kirim lawo. Zikat û xomse nav baxî, heqê mella û seyyid bû. Çima hatî bi talanê rezê xelkê dikî vêran te bo navê xwe kir sofî,ridîn tirçik,tu şerma van riha nakî?tu nabêjî xudê bîna û agahe?çima dizyê dikî bêdîn,çima xaliq tu nabînî?mela,seyid dikin mêze dibêjin raste ev peyva.li heq em nabihorin baxevan bîne tu darê xwe ku em tev te bidin sofî ku carek din kesek wek vî neçit nav bax û baxata neket berpê keda xelkê.gelik şivda gelik qut dat bi destê herdu yarê vî û kir cendek li bin pênan û mistê xwe.

Dema sofî li van kir dûr dibêje melle ev şexsa li nesla ali yasîne li xwîna van du nevyê vî Hesenî yan hosêynîne,bi qedr û qîmetin evro,li ser me sîbera van nûribarane.dema seyid dike mêze li baxê me gulek sed gul dide zêde,dibe berket li baxê me.leva em çav dikin sirde li pêlava şerîfe vî ku ev dê bibte şafii bo me heşrê da.ema mella meger nînî tu ser destûri pêxemper?meger bara herîm û der,te bo feqyan nekir cencer?dibêjî van nekin dizyê li dîvaran neçin evraz,çima te der mi işkandin?heramî girte pêşya xwe li min bûyî dizek îro.te malê min bitalan bir,tu wek ker bê serî bo hatî kadînê? te zik malê heram kir pir,te dînê vî firote tiryekî erzan,tu şeyadî û fêrî xarinek miftî,ninî miftî,derevker!nagirit renga,xenêya te bi tiblan da,seyid zanit tu şeyadî,te bo ûşyek tirî destûri ceddê vî li bin pê kir dibit darê ciza bînî,dibit tenbîhi bî îro.seyid jî bû dijî mella û mella kirne beyna xwe û dane ber refes,pêna,heta înane ber kuştin.

Dema kabra,bi lêba tefriqa çoyî,mela sofî, kutan û kirneder baxî û ma gel seyidê tenha[1]dibê seyid tu evladê mohemed mostefa nînî, veledizna! tu bîjî nabe vê nesla moseffa hatibî dunya,ne dizbû ev moellim bû li dinyayê.nezanê diz çima dêjî li nesla mostefame ez?hemî komel li dinyayê dizanin pake ev nesla,seyê reş nabe nûra heyveşev bînit.tu fasiq bûyî hatî nav rezê min da.ezê te bidme darê ter ku pişta te bişêlînin,heta dinya te ser pişta xwe pavêje bigiryan bî.nebêjî ez li nûrê me,dizî tarîtiyê tîne nikare bête ber nûrê.bi vî terzî xudanê baxekî bêder hevalên quldire pir ker bi destê hev kirin çalê bi darê tefriqê qut dan….!

 

 

Seyid Feysel Moctevî

Senendec 2005-11-08

Behri Tevîl

Vezn : Mefaîlon

mojtavy@hotmail.com

 



     

Çevkanî: Sabah  Amadekar:   serhed.net     Dem:  27 /10 2005           Seet: 21: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî