serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Yekgirtûyê Îslamî, biryarda ku di hilbijartinên bê de, bi serê xwe bikivin hilbijartinan

 

KSN/ 24/10 2005- Yekgirtûyê Îslamî ya Kurdistanê, biryargirtin ku ji lista kurdistanê ya mişterek biqetin û di hilbjartinên ku wê di meha 12an de bê kirin de, bi serê xwe bikevin hilbijartinan. Yekgirtûyê Îslamî, li Kurdistanê piştî PDKê û YNKê hêza sêyemîne. Yekgirtûyê Îslamî jî wek hemû partîyên din, bi lista hevbeş ya Kurdistanê re ketibûn hilbijartinan û 6 endamên wan di Parlamentoya Îraqê û 9 endamên wan jî di Parlamentoya Kurdistanê de henin.

 

Hate rgihandin ku, mabest ji vê gava hana ew e ku, derfetên nû bê vekirin ku karibin bersîva daxwazên milet bên dayîn û rê li pêşîya piralîbûn û liv û tevgerên nû bên vekirin.

Di daxwîyanîyê de,  tê ragihandin ku herdû partîyên mezin PDKê û YKNê, derfetên malî, bê qanûnî ji bona fêda herdû partîyan bikartînin  û tu rolekî ji kesên hilbijartî re tune. PDKê û YNKê, civînên xwe bê me dikin û desthiladarîya biroyên herdû partîyan, li ser ya Parlamentoya  Kurdistanê re ne.

Yekgirtuyê Îslamî, radigihîne ku wan di hilbijartinên Îraqê de, ji 6 endaman zêdetir derxistine, lê PDKê û YNKê ew mafa neda wan. Lê ji ber mesela kurdistanê û destketîyên meletê Kurd li himberî ereban lawaz nebin, me nexwest em karwanên Kurdistanê rawestinin.

Yekgirtûyê Îslam, mesela demokirasî, piralîbûn û di qada sîyasî de ketine hemberîyê hev, hemû lîstik û xapin û bi xwe li Kurdistnê  bûne pirsgirêk.

Çevkanî: Yekgirtu Amadekar:   Dilbirin       Dem:  24 /10 2005           Seet: 20: 00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî