serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

YEê, bûyera Şemdînan ji nêz ve dişopîne

KSN/ 23/11 2005-  Yekîtîya Ewrûpa, bûyera ku li Şemdînan û Culemêrgê qewûmîbû û pirosesa dedgehê ji nêz ve  dişopîne. Ji Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê Jorg Kretschmer, ronîkirina bûyera Şemdînan ji bona Tirkîyê îmtihaneke pir girîng e. Kretschmer, nasnama gumankaran çi dibe bile be, dewleta Tirk dikara di bûyerên waha de serdestîya huqûqê bide îsbatkirin. Her çiqas serokwezir an jî hinekên din dibêjin em ê heta dawî vê yekê teqîb bikin jî, lê di bûyerên waha de pir şax û perên wê hene û ronîkirin zehmet e.

Destê eskerîyê di nav bûyerê de heye

Kretschmer, dibe ku ev serketin ji bona hukumetê zehmet be, ji ber ku ji bona dozger xwe bigihîne hin netîcan, pêwîstî bi yekîneyên ewleyê heye û ez wusan bawer im ku destê eskerîyê di vê bûyerê de heye û ev jî netîca lêpirsînê hê zehmetir dike.

Nûnerê Komisyona Yekîtîya Ewûpayê dibêje, derbarê bûyera Şemdînan de zêde agahîya me tune, lê bi gora agahîn ji jêderên cihê ku gihîştî destê me, destê dewletê di vê bûyerê de heye û ev jî delîlên xurt in.

 

Çevkanî: CNNTurk  Amadekar:   D. Ş  Dem:  23/11 2005           Seet13: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî