serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

PSIKOLOJIYA REXNEGIRIYÊ

 

Xirabtirîn ji xirabtir xirabtir e û baştirîn ji baştir baştir e!”. (Gotinên pêşiyên kurdan)

 

Dr. Cuwan Batû

 

     KSN/ 27/10 2005- Divê mirov ji xwe hez bike, hay ji kesayetiya xwe ango “Ez”îtiya xwe hebe, wê biparêze. Gava neheqî lê bibe wê qebûl neke. Û herweha ew neheqiyê li ”Ez”îtiya kesan neke. Eger ”Ez”îtiya kesan rexneyên rast û di cihê xwe de û li ser heqiyê kir, divê wan li xwe jî qebûl bike.

      Li aliyê dî jî, divê mirov rexnegiriyê jî li gorî norm û esasê psîkolojiya civakê bikar bîne. Ango şert û mercên rexnegiriyê hene ko divê mirov bi wan baş bizanibe. Lê mixabin, mirov gelek caran di rexnegiriyan de ”yan reş yan jî sipî” difikire. Li ba mirov tiştê ko ne spî be divê ”ew reş be” û ya ne reş be jî ”pêwîst e” ew sipî be! Halbûkî ji spîyê heya reşbûnê çend merhele, rade, hene û herweha ji reşbûnê heya spîbûnê jî welê ye. Ya girîng ew e ko mirov van merheleyan, radeyan bibîne. Di wan de erênî herweha nerênî jî peyda dibin.

 

Li layekî dî, pesindayin jî di dayin-standinên civakî de xalek gelek girîng e. Ger em li gor zimanê psîkolojiyê berê xwe bidin sîstema rexnegiriyê/pesindayinê, mirov dikare li ser van noqteyên jêr bisekine:  

 

REXNEGIRÎ.

 

Em vê yekê bi rêya diyalogeke di navbêra hinek kesan de bidin xuyakirin:

 

Hemdîn di civateke kurdî de beşdar bûye.

 

Piştî demekê guftugoyek siyasî ser sohbeta wan ya şexsî hakîm bû. Dûv re rexnegirî li pey rexnegiriyan sohbeta wan ya xweş kire jehir. Dawiyê Hemdîn jî nesîbê xwe ji wan rexneyan digire. Hevalek wî xwe da pêş û got:

 

-Kekê Hemdîn, ka çi bi abonetiya rojnameyê hat?

 

-Wellah min nekariye kesekî peyda bikim, herkes dixwaze belaş bibe aboneyê wê, me jî pere nîne em rojnaemyê bê pere derêxin.

 

-Kekê Hemdîn dixweye ko TE karê xwe baş nekiriye!

 

-Çira min baş nekiriye, kes pereyan nade babo!

 

-Na, na, TE nekariye vî karî bikî!

 

-Madem welê ye, ez jî dev ji firotina abonetiya rojnameyê berdidim, fermo bêjin kesekî dî bila vî karî ji min baştir bike.

 

Û hemdîn aciz dibe û derkdikeve derva.

 

Hemdîn di vir de ”mecbûr” maye ko ”Ez”îtiya xwe biparêze û reaksiyona xwe bide xuyakirin. Ew reaksiyon jî derketina wî ya bo derva ye.

 

Bo Hemdîn gazîkirina ”Kekê Hemdîn, filan û bêhvan” tu pere nake. Ji bo wî gotina ”Hemdîn” girîng e û ew ”Ez”îtiya (kesayetiya) wî îfade dike. Ji ber vê çendê ye, ew ji xwe re li ser rexneya wî hevalî weha difikire:”Madem tu dibêjî ko ”EZ” kêrî vî karî nayêm, nexwe ji kerema xwe re ”TU” were vî karî rêve bibe. Min sedên caran ev rojname firotiye, lê ev naye bîra kesî!”

 

Di vir de xeletiya ko di rexnegiriyê de tê kirin ev e:

 

Ew jî ko rexnegirî li ”Ez”îtiya Hemdîn hatiye girtin. Halbûkî, rexnegirî diviyabû li karê wî hatibûya girtin. Mirov di vir de divê zelal bifikire: ”Hemdîn bi şexsiyeta xwe ve dikare vî karî baş pêk bîne, lê îro ev karê ko wî pêkanîbû baş rêve neçûye.” Ango ”sûc, guneh li stuyê kar de ye. Pêwîst e mirov vê yekê neyêxe stuyê şexsiyeta ango ”Ez”îtiya Hemdîn de.

 

Ger em li gor vê yekê dîsa vegerin diyaloga xwe, diviya bû wî hevalî rexneyên xwe weha girtibûya, wek:

 

-Kekê Hamdîn, ev karê he baş rêve neçûye!

 

Hingê wê Hemdîn pêbihese ko di vir de bi awayekî raste-rast mudaxale, rexne li ”Ez”îtyiya wî NEHATIYE kirin, lê rexne li karê wî bûye. Ew jî dikare vê yekê qebûl bike, wek:
-Ez jî ji vî karî nerazîme, Lê deka alîkariya min bikin da ko em vî karî baştir rêve bibin.

 

Di vir de wî hevalî ”serê tîrê kevanê” rexneya xwe nedaye Hemdîn û ”Ez”îtiya wî, lê wî berê wî daye kar û barê Hemdîn û ew jî li gor zimanê psîkoljiyê gelek girîng e û birheke xwe başqe heye.

 

Bi kurtî: Divê rexne ne li kesan werin girtin, ew divê li kar û barên kesan werin girtin. Û mirov divê bi awayekî eşkere vê ferqiyê bide xuyakirin. Ango di rexnegirtiyê de mirov pêwîst e ji gotina ”Tu, Te, We, Me, Wan” bireve û li şona wan ”vî karî, ev kar, van karan, wan karan” bêje.

 

Ango pêwîst e mirov berê rexneyên xwe bide kar/an, ne însanan!

 

PESINDAYIN, QEDIRGIRTIN, QEDIRZANÎN.

 

Emê di vir de dîsa bi rêya diyalogê hewil bidin ko vê xalê bidin xuyakirin. Hevalê ko di civata me ya berê de:

 

-Kekê Hemdîn, ev karê he gelek baş çêbûye. 10 rojname hatine firotin.

 

Bêgoman di vir de pesindayin heye, lê pesin bo kar e ne bo Hemdîn e. Wî tu feyde ji vê kêrhatîbûna xwe nedît. Pesinê karû barên wî hatiye dayin, ne yê wî, ango şexsiyeta wî. Û ne dûre ko Hemdîn bo vê pesindayinê ne gelek spasidar be. Di vir de diviyabû pesindayin tersê rexneyê bihata kirin. Ango wî hevalî li ser ”Ez”îtiya Hemdîn bisekiniya ew pesin bida. Wek:

 

-Kekê Hemdîn, destê TE xweş be, TE karekî gelek baş kiriye!

 

Ango ”Ez”îtiya Hemdîn hêjayî pesindayinê ye, ne kar. Ji ber ko Hemdîn ev kar kiriye û ew bi navê xwe ve şanaziyê pesindayinê ye.

 

Ji xwe di wan nimûneyên me de, Hemdîn her eynî Hemdîn e, lê reng,  awayê rexnegirtin, pesindayin, qedirşanaziyê bi awayekî erênî (pozîtif) yan jî nerênî (negatif) li psîkolojiya wî dike. Û ji vê jî encamên gorî wan derdikeve meydanê.

 

Û herweha li gor zimanê psîkolojiya dayin-standinê, taybetî zimanê ”retorîkê” (rêç û rengê axaftinê, xîtabê) ev yeke jî bi awayekî erênî wê li dayin-standinên Hemdîn û wî hevalî bike.

 

Mesele gotinên wek: Ez xulam; ezbenî; ez qurban; ez heyrana çavê te me; tu birayek/xuşkek min hêjayî, ezîzî!- gotinên ko birheke xwe pozîtîf, erênî, li dayin-standinên mirovan; civakê dikin. Di vir de mirov ”Ez”îtiya xwe (tişta ko li ba mirov herî bi qîmet e) têxe meselê de û bi wê xîtaba hevalê xwe dike.

 

Çiqas mirov pozîtifan bide xuyakirin, weqas jî ev pesindayin, qedirgirtin jî birha xwe ya pozîtif hene. Lê divê mirov wan raste-rast bi şexs ve girê bide.

 

Kurtiya vê noqteyê: Divê pesindayin, qedirzanîn, raste-rast bi nav û kesayetiya kesê ko ew kar pêkaniye û hêjayî qedirzanînê ye ve were girêdan, ne bi kar ve.

 

Ango, mirov raste-rast bêje: TE  ev/ew kar baş pêkaniye.

 

Bêgoman êxistina van xalan di warê pratîkê de feydeyek mezin dide dayin-standinên me însanan, taybetî yên me kurdan. Û encama herî girîng ya rastpêkanîna van xalan ew e ko ew yê bibe sedem ko em bo kêşêya kurd û Kurdistanê hê bêhtir werin ba hev, guhdarî hev bikin, li hev bikin û ji vê jî em hê bêhtir ji hev hez bikin.

drcuwan@hotmail.com

 

 

Çevkanî: pdk-Bakur Amadekar:   DR.Cûwan      Dem:  26 /10 2005           Seet: 10: 00






 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî