|
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِِ
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلاةَ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ
10/4 2005- Bawerî
anîna bi " Xeybê" ji Îmanê ye. Bawermendê dînê Îslamê divê bawerî bi xeybê
bîne, eger ew kesên bi xeybê bawer nekin, ne mumunên kamil e. Xwedê Te`ala
,di sûrê beqere de waha dibêje;
..ewên bawerî bi xeybê tînin û Nimêj
xwe rast û durist dikin û ji wî rizqê ku me daye wan didin..(Beqere ayet: 3)
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلاةَ
وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ {3}
”Xeyb” yanî tiþtên ”nexwîyayî, veþartî” Xeyb,
ew tiþta ku ji hêz û taqeta mirovan der e û mirov nikare
bi kar, xebat û lêkolînên zanistî xwe nagîhîne dumayîka wî. Ilmê Xeybê tenê
Xwedê Te`ala û ew Pêxemberên ku Xwedê
Te`ala bixwaze xeybê pê bidezanîn; dizane. Xwedê
Te`ala derbarê vê yekê de di Qur`ana Pîroz di
gelekî ayetan de, ji me ra
ragîhandîye ku ji bilê Wî û ew Pêxemaberê ke ew bixwaze, tu kesekî
din ilmê Xeybê nizane.
Ayetên
derbarê ji bilî Xawda yê Te`ala tu kesekî din ilmê xeybê nizane
وَلِلّهِ غَيْبُ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ وَإِلَيْهِ يُرْجَعُ الأَمْرُ
كُلُّهُ
فَاعْبُدْهُ وَتَوَكَّلْ عَلَيْهِ وَمَا رَبُّكَ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
{123}
Û
ilmê xeybê yê erd û asîman bi tenê ê Xweda ye û her tiþt dizivire ba Wî. Îdî
hûn ji Xweda re perstî-îbadet bikin û xwe bispêrin Wî û Xweda yê te ji
kiryarên we bêhay-xafil nîne. Sûrê hud ayet/ 123
وَعِندَهُ مَفَاتِحُ الْغَيْبِ لاَ يَعْلَمُهَا إِلاَّ هُوَ وَيَعْلَمُ مَا فِي
الْبَرِّ وَالْبَحْرِ وَمَا تَسْقُطُ مِن وَرَقَةٍ إِلاَّ يَعْلَمُهَا وَلاَ
حَبَّةٍ
فِي ظُلُمَاتِ الأَرْضِ وَلاَ رَطْبٍ وَلاَ يَابِسٍ إِلاَّ فِي كِتَابٍ
مُّبِينٍ {59}
Miftên-kilît- xeybê li ba Wî ye û ji bilî Wî tu kesek wî (yanî xeybê)
nizane. Û her tiþta ku di ber û deryayê de hene dizane. Bê zanîna Wî,
pelek-belg jî nakave xwarê; Ew hebeka bi tenê di nava tarîtîya binê
erdê de jî dizane. Û çi ter û çi jî hiþk henin, hemi di kitêbeka
vekrîda ye. Surê Enam ayet /59
عَالِمُ الْغَيْبِ فَلَا
يُظْهِرُ عَلَى غَيْبِهِ أَحَداً {26}
(Xwedê Taàla) Zanayê tiþtên veþartîye (Xweda bi tenê bi xeybê zane)
Veþartîyên xwe (derê zanîna xizna xwe ya veþartî) ji kesî ra venake. Sûrê
Cin ayet/26
Xwedê Te`ala ji kîja Pêxembarî
re bixwaze, xeybê pê dide zanîn
مَّا كَانَ اللّهُ لِيَذَرَ الْمُؤْمِنِينَ
عَلَى مَاأَنتُمْ عَلَيْهِ حَتَّىَ يَمِيزَ الْخَبِيثَ مِنَ الطَّيِّبِ وَمَا
كَانَ اللّهُ لِيُطْلِعَكُمْ
عَلَى الْغَيْبِ وَلَكِنَّ اللّهَ يَجْتَبِي
مِن رُّسُلِهِ مَن يَشَاءُ فَآمِنُواْ بِاللّهِ
وَرُسُلِهِ وَإِن تُؤْمِنُواْ وَتَتَّقُواْ فَلَكُمْ أَجْرٌ عَظِيمٌ {179}
Xwdê (Te`ala) bawermendan li ser wê rê ya ku hûn li serin nahêle ku hetanî
gemarîyê ji Paqijîyê veqetîne. Xedê (Te`ala) we ji veþartî-xeyb-
yê xwe agahdar jî nake. Lê Xwedê (Teala) ji Pêxemberê xwe kîjanî bixwaze
hildibijêre. Îdî kî ji we dixwaze bawerî bi Xwedê û Pêxembarê Wî bîne,.
Eger, bawerbikin û ji guna jî dûrkevin, ji we re mikafat-xelat- tek mezin
heye. Sûrê Ali Îmran/ ayet 179
Bi vê
ayeta pîroz Xwedê Te`ala ji me re radigîhîn ku, Wî hin Pêxember ji
xeyba xwe agahdar kirîye û bi wan xeyb daye zanîn. Lê di vira da ev pirs tê
bîra mirovan, gelo Xwedê Te`ala ilmê xeybê bê sînor daye Pêxemberan û
Pêxember her tiþtên ku derbasbûye û bûyerên ku wê ji vir þûnda bi qewume jî
dizane, an jî tenê ew xeyba ku Xwedê Te`ala xwestîye bi Pêxemberên xwe
bidin zanin tenê dizanin..? Em ê bersîva vê pirsê ji Qurana pîroz fêr
bibin.
Qisesên Enbîya, yanî agahdarîyên derbarî Pêxemberên ku berîya Muhemed
Pêxembae (s.x.l) hatine, yek ji wê xeyba ku Xwedê Te`ala bi Muhemed
Pêxember daya zanîn û her wusan Xwedê Te`ala ev xeyba ku bi Muhemed
pêxember daya zanîn, bi hin Pêxemberên din jî daye zanin. Xwedê Te`ala di
Qurana pîrozde bi gelek ayetan behsa vê yekê kirîye. Dema Xwedê Te`ala ji
Muhemed Pêxembe re behsa Mus, Îsa, Îbrahîm û Yûsif Pêxember ( s a w)
dike, Xwedê Te`ala Muhemed Pêxember ji xeyba xwe agahdar dikde û jê re
xeybê dibêje. Aha ew xeyba ku Xwedê Te`ala bi pêxemberan daye zanîn ev xeyb
e, ne ew xeyba ku Pêxember her tiþtî dizane! Îsbata vê nivîsa min jî ev
ayetin li jêrin.
ذَلِكَ مِنْ أَنبَاء الْغَيْبِ نُوحِيهِ
إِلَيكَ وَمَا كُنتَ لَدَيْهِمْ إِذْ يُلْقُون أَقْلاَمَهُمْ أَيُّهُمْ
يَكْفُلُ
مَرْيَمَ وَمَا كُنتَ لَدَيْهِمْ إِذْ يَخْتَصِمُونَ {44}
Vana agahdarîyên xeybîne ku em ji te re wehîdikin( bi rêya wehyê diþînin).
Dema wana bi qelemên xwe qur`e di avêtin ka kîjan ji wana wê
berpirsîyarîya Merymê bigirtana ser xwe tu li ba wan nebû. Û dema wan
devjenî-nîqaþ- jî dikirin tu li ba wan nebû. Alî-Îmran/ ayet/ 44
تِلْكَ
مِنْ أَنبَاء الْغَيْبِ نُوحِيهَا إِلَيْكَ مَا كُنتَ تَعْلَمُهَا أَنتَ وَلاَ
قَوْمُكَ
مِن قَبْلِ هَـذَا فَاصْبِرْ إِنَّ الْعَاقِبَةَ لِلْمُتَّقِينَ {49}
Van
tiþtana agahdarîyên xeybêne ku em ji te re wehîdikin, ne te û nej î qewmê te
nikarîbûn van tiþtana ji berê de bizanîbûna. Îdî tu sebir bike, ji ber
ku dûmayîk ya Muteqîna ne.( ya wan kesên ku xwe ji gunehan di parêzin) Sûrê
Hûd ayet49
Çew
hûn jî dibînin, Xwedê Teala çawa Pêxemberên xwe ji veþirtî ( xeyb) yî
xwe agahdarkrî. Tu delîlek tune ku Pêxember ji bilî wê xeyba ku Xwedê Teala
bi wan dane zanîn, zêdtir bizanibe.
Muhemed Pêxember (sxl) xeyba
mutleq nizanîbû.!
قُل لاَّ أَمْلِكُ لِنَفْسِي نَفْعاً وَلاَ ضَرّاً إِلاَّ مَا شَاء
اللّهُ وَلَوْ كُنتُ
أَعْلَمُ الْغَيْبَ لاَسْتَكْثَرْتُ مِنَ الْخَيْرِ وَمَا مَسَّنِيَ السُّوءُ
إِنْ
أَنَاْ إِلاَّ نَذِيرٌ وَبَشِيرٌ لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ {188}
(
Muhemed) Bêje; ” ji bilî tiþta ku Xweda dixwaze; ne
kar û ne ji zirarek nikarim bikim bin milkîyeta xwe.
Eger min bi tiþtên nexwîyayî ( xeyb) bizanîba, min ê
pir qencî bikira! Û tu tiþtên nebaþ negîhîþta min. Bi tenê ez, ji bona
civaka bawermend,hiþdar ( bi ezab)û mizgîndar im. ( bi xealtê)
Sure Eraf ayet 188
وَلاَ أَقُولُ لَكُمْ عِندِي خَزَآئِنُ اللّهِ
وَلاَ
أَعْلَمُ الْغَيْبَ وَلاَ أَقُولُ إِنِّي مَلَكٌ وَلاَ أَقُولُ لِلَّذِينَ
تَزْدَرِي
أَعْيُنُكُمْ لَن يُؤْتِيَهُمُ اللّهُ خَيْراً
اللّهُ أَعْلَمُ بِمَا فِي أَنفُسِهِمْ إِنِّي
إِذاً
لَّمِنَ الظَّالِمِينَ {31}
Ez
ji we re nabêjim ku defînên Xweda li ba min e û tiþtên nexwîyayî ( xeyb) jî
nizanim û ez nabêjim ez melayîket im, ez ji bona wan kesên ku çavê we wan
piçûk dibîne, nabêjim; Xweda tu carî bi wan re qencîyê nake. Xweda
qenctir bi ew tiþta ku di dilê wan de heye, dizane. Bi rastî dema ez (vacîyê
tiþtên derbasbuyî bêjim;) wê gavê ez dibim ji wan kesên zalim. Sûrê Hûd Ayet
31
Ev
herdû Ayetên pîroz, qenc dide dîyarkirin ku, Xwedê Teala ji Muhemed Pêxember
(sxl) re dibêje; ji Umeta xwe re bêje! ku ez tiþtên nexwîyayî
(xeyb)ê, bi serê xwe nizanim. Yanî Pêxember ji bilî xeyba ku Xwedê Te`ala bi
wan daye zanîn, xeyba mutleq- bê dem û bê sînor nizane.
Bi van
herdû ayetên pîroz û gelek Ayetên din jî henin, didin îsbatkirin ku ew
Hedîsên li ser navê Pêxember hatine çêkirin ku Pêxember xeyb zanîbûye,
nerastin. Bi ya min ew Hedîsên ji xeybê behsdikin, ne hedîsên pêxember in,
belkî hinkan li ser navê Pêxember çêkirine. Lewra nabe ku Hedîsên Pêxember
vacîyî Quranê be, Quran tiþteke bêje; û Hedîs tiþteka din bêje.
Dilbirîn:
Hezar_Gol@hotmail.com
|