serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

XEWNA MIN

 


ez
di xewna xwe de
li ser axa þaristaniya Medya
mîna Derwêþên Zerdeþt
li dora çerxa dîroka qehpik
semah digrim

ez
di xewna xwe de
sînorên Welatê xwe
yên ji hev hatiyê qetandin
bi werîsê teþiya dilbera xwe
bi mûyê porê serê dapîra xwe
yê hatiyê rûçikandin
ji nû ve dirêsim

ez
di xewna xwe de
ji kuliyên berfa sar û sor
ya qeþa girtî
pêtala agirê pîroz vêdixim
meya xem û xeyalan vedixwim
jana eþqa dilê xwe
ji kul û kederan dûr dixim

ez
di xewna xwe de
di hembêza þevên tirsonek de
êþ û tirsa dilê xwe
mîna qîz û bûkan
bi kesk û soran
dixemilînim
bêyî xatirxwazî
li hespê xwe yê kumeyt
sîwar dikim
ber bi þewqa stêrkan ve
direvînim

ez
di xewna xwe de
bi saya awazê
Karapêtê Xaço
yê dilbiþewat
û strana lawikê metînî
kula birîndaran
dilê evîndaran
li germa havînan
lê xweþ û geþ dikim
ez
di xewna xwe de
binefþ û beybûnên
li ber dergeha
hewþa jiyana xwe
ya çilmisî û nîvmirî
li ber reqs û lorîna
dengê qîzên Hîndû
bi þerbeta evînê
av didim

ez
di xewna xwe de
mîna marekî heftserî
dixuþim
gewriya tofana Tsunamî
diguviþim
bi qêrîn û hawar
li ser sîngê
pêlên deryaya xopan
xwîn vedireþim
giyana zarokên
li kolanan dileyistî
keç û xortên bi dergîstî
dayik û bav û kalan
li Keþtiya Nûh bar dikim
ber bi Çiyayê Agirî ve
hildikiþim

ez
di xewna xwe de
bi zimanê qelemê xwe
ji kevirê çar dîwarên
zîndana tarî û rûreþ
ya îmraliyê
çirûskên agirê azadiyê
diafirînim
min got, Sîwaro!
hawara min ya bêdeng
helbesta min ya bêferheng
kirasê termê min
yê heftreng
hê ku nebûyê dereng
di þevereþeke kor de
bigêhîne evîndara min
der û dorên min
û tembûra min

Xizan Þîlan
2005-02-21
Stockholm

 

Çevkanî:   serhed.net  Amadekar:           Dem: 3/10 2005           Seet: 15:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî