KSN/ 29/5 2005-
Xerîbî ne
tiştekî başe û kes bi kêfa xwe naxwezî bibe xerîb. Xerîbî zore û zor
nayê kêfê. Roja îroj em mêze dikin ku xort û keçên Kurdistanê çavên
xwe xerîbîyê ne. Kî rê tê da bibîne welatê xwe terk dike û berê
xwe dide xerîbî yê.
Wer tê
zanînê ku welat terk kirin çareke û mirovan tengahîyê xelas dike.
Dema welat hat terk kirin hîn heşê wan tê serê wan û dibînin ku
tengayî kêm nabin û zêde dibin. Belê, dû koçkirinê hinek tengayî yên
Kurdistanê holê radibin. Lê zêdetî tengayî yên nû xwe nîşan didin.
Jan û hesreta durketina dê û bavan, zav û zêçan, hemu nas û cîranan
tesirekê/bandorekê mezin ser mirovan pêda dike û çetintîya xerîbîyê
zêde dike. Mirov wê demê qedr û qîmeta welat û gelê xwe dihesê.
Tê
gotinê ku: „ Heyan masî di nav avê de dernekeve, hajiya wî qedr û
qîmeta avê tune ye“.
Hinek
dikanin bibêjin ku eger xerîbî aqas zor e, ma çima kesên ku koç
dikin dîsa venagerin cîhên xwe? Em jî dibêjin ku derd û kula Kurdan
û Kurdistanê ji vê pirsê de xwe eşkere dike. Di serî de jî me got:
„Xerîbî zore û zor nayê kêfê.“
Em
dizanin ku xerîbî dûrketin e. Di roja iroj de tenê dûrketina welat
re xerîbî tê gotinê. Lê gor me ne wusa ye! Em dûrketina hemu tiştên
ku yên mene û ger em jê xwedî derbikevin xerîbî dihesibînin û em
dibêjin bi rastî xerîbî ew giştin. Dûrketina welatê xwe, dûrketina
zimanê xwe, dûrketina dînê xwe, dûrketina însanetîyê, dûrketina
çanda xwe, dûrketina ji gelê xwe, durketina hemu nas û cîranên xwe û
hwd.
„Her
darik ser koka xwe heşin dibe“ dibêjin mezinên me. Ma hela em kes û
rêxistinên me kurdan binêrin. Ma sedî de şendên wan ser kok û rîçika
xwe ne. Loma jî di nav gel de nikanin rîçikê bigrin.Ger rîçik neyê
inkar kirinê. Kesên ku rîçika xwe înkar dikin bi teybetî xwe înkar
dikin. Mirovekê ku xwe înkar bike jî bûye xerîw. Lê rîçik çîye?
Rîçik xwedî derketina kalik û pîrikan e, xwedî derketina qedr û
qîmetên gelê ku ew di tê de hatîye dunê û kesayetîya/şexsîyeta xwe
girtî ye. Xwedî derketina qedr û qimeta ew tiştên ku di alîyê
mezinên wan de hatîye parastinê û hwd.
Raste,
her tiştên kalik û pîrikan, yan jî di nav gel de heye nayê girtinê û
havitinê. Ger pîvanek mirovan hebe. Bê pîvan ne heqî, ne jî neheqî
tê zanîn. Kalik û pîrike me bê kêmasî û bê xeta nebûne. Zaf kêmasî û
xetayên wan hebûye. Pir xetayên wan derbazî me jî bûne. Ji boy wê
yekêye ku halê em di tê de ne tenê sedemek dema îroj nine, tesîra
dema buhurtî jî ser roja îroj ne kême. Em dema îroj ciqas xetayên
kalik û pîrikên xwe dûrbikevin û rastîyên wan xwedî derbikewin weqas
pêştve terin. Ew jî encax bî pîvanek rast mumkîne. Ser rêçik rast,
ser rêçik delal. Lê ew rastî û delalî jî ger dîsa gor bingehîyên gel
be, yên ku em dixwezin jê xwedî derbikevin, ne yên ku em jê şerm
dikin. Dema kesekê gelê xwe şerm dike ger îdiaya xwedî derketinê jî
neke. Di alîyekê de îdîakirina xwedî derketina gelê xwe û di alîyên
din de jî şermkirina bi bingehîyên gelên xwe nakokîyek mezine. Ku em
kurd îroj pirayî di vê nakokîyê de dijin. Dibêjin ku rojekê berûyek
di darê de ketîye erdê û ser xwe re mêze dara ku jê ketîye kirîye û
gotîya: „Va çi darek qertişok e!“ Lê kesên ku xwe kurd dihesibînin
ger gelê kurd wusa newîne.
Zaliman
û zordestan bi hukmê zilm û zorê em hemu însanên Kurdistanê ji hemu
tiştên me yên hêja û delal xwestine dûrbixinin û gelekê jî
dûrxistine. Em kurd pirayî di welatê xwe de xerîw bûne. Xerîbîya
mezin xwe dûrketin e. Zarokên kurdan dîn, ziman û çanda kalik û
pîrikên xwe dûrketine û dûrdikevin.
Dûrketin çare nine û perîşantî ye. Em encax bi xwedî derketinê
dikanin azad bibin û xwe azad bikin. Xwedî derketin jî berxwedan e,
hember hemu tiştên gemar.
Em
tenê sedema vê dûrketinê ji zalim û zordestan bibînin neheqî yê
dikin. Ma qet xeta û sûcên me tune ye? Ya rastî, xeta û sucên me kêm
ninin. Kêmasîk însanan ewe ku pêşt de ser sûc û xetayên xwe
nafirikin, sedemên hemû xirabîyan dewrî ser însanên hember xwe
dikin. Eger em şîar bibin û xeteyên xwe kêm bikin tesîra xirabîyên
kesên derî me jî li ser me kêm dibin. Dema meriv xwe bikane
biparêze, xirabîyên însanên din tesîrekê mezin ser mirovan nake.
Gotinek zaf baş heye:“Kurm ji darê nebe nikane darê pûç bike.“