|
Xemsarîya Kurdên Musliman û Qirkirin Helepçe
Dilbirîn
Swêd, 17/3 2005- Kurdên Musliman ji
xemsarîya xwe, îdî nema kirin wezîfeyên xwe yên mirovî û dînî bi cî
bînin. Divîya bû partî û rêxistinên Kurdên Musliman bîr anînek berfireh
li ser roja qirkirina Helebçe lidarxistina ku zimîn jê bihata û herkesî
pê bîhîsya ku Kurdên Musliman wezîfa xwe bi cî anîn. Cîyê Bîranîna
Şehîdan Mizgeft e, ne Dêr e. Îro milatê Kurd Şehîdên xwe di
Dêran de
bibîr tînin, sûcdar û gunekarê vê yekê Kurdên Musliman e, eger Kurdên
Musliman wezîfa xwe bi cî bianîyana, wê bîranîna Şehîdên Kurd li
Mizgeftê ba , ne li dêrê ba
Meha Adarê ji bona miletê Kurd tê
meneya pir tiþtan. Rojên reþ û xweþ, ken û girî, þîn û þahî li
hevdû diqelibn û yek li pey yekê li miletê Kurd dibin mêvan.
Miletê Kurd di navbera ken û girî, şîn û şahîyê de matmayî mane
ku ka kîjanê ji wana hilbijêre. Di nav miletê Kurd de yên herî
xemsar û bê havil, Kurdên Musliman e.
Bê guman Qirkirina Helapçe, rûreþîya
mirovayê û şermezarîyek ji bêdengîyê re ye. Her mirovek xwedî dil û
wîjdan, divê bêdeng nemîne û dengê xwe bi qasî hêza xwe bilid bike û vê
sosreta reş şermezar bike. Mixabin ew kesên gotina Xwedê û Pêxember ji
devê wan dernakevin, li himberî qirkirina Helebçe bêdeng in.
Muhemed Pêxember (s.X.l ) di hedîsek xwe
de di fermo; ( Ew kesên li himberî zulmê bêdeng bimînin, şeytanê lal in)
Derbarê pirsa Kurd û qirkirina
Helebçe de, ji Muslumana durûtir kesekî tune. Devê kîjan Muslimanî
vedibe, behsa Yekîtîya Ometa Muhemed Pêxember ( s.x.l) dikin, behsa
biratîya Muslimanan dikin, behsa cîhad û li dijderketina zulmê dikin, lê
dema mijar hat ser pirsa Kurd wek şeytanên kor, ya bêdeng dimînin, yan
jî behsa îdolojîya partî û rêxistinên kurdan dikin. Ev jî dide
dîyerkirin ku Muslimanên Tirk, Ereb û Feris çiqas durûne.
Qirkirina Helebçe li seranserê Kurdistan û
cîhanê tête bi bîr anîn û şermezarkirin. Her gurûb û rêxistinek bi gorî
bîr û bawerî û derfetên xwe vê roja reş şermezar dikin. Lê ya herî
girîng ewe, divê Kurdên Musliman bi vê pirsêve rabin û zêdetir eleqeder
bin. Ji ber ku Kurd Musliman e û Şehîd jî, Şehîdê Musliman û Îslamêye.
Gotia Şehîd Û Şehadetê bi hatina Îslamê,
ket rojeva dunyayê. Berîya hatina Îslamê di dînên din wekî dinê File û
Cûhîyande, gotine Şehîd û mefhûmê şehadetê tunebû û piştî hatina Îslamê
ji nûve dunyayê mefhûmê Şehîd û Şehadet zanîn. Ji xwe ew kesên di rêya
heqîyê de were kuştin û Musliman be dibin Şehîd, ew kesên ne Musliman be
bi gorî dinê Îslamê nabin Şehîd.
Kurdên Musliman ji xemsarîya xwe, îdî nema
kirin wezîfeyên xwe yên mirovî û dînî bi cî bînin. Divîya bû partî û
rêxistinên Kurdên Musliman bîr anînek berfireh li ser roja qirkirina
Helebçe çêkiribana ku dunya bihejanda ku herkesî bi bîhîsta ku Kurdên
Musliman wezîfa xwe bi cî anîn. Cîyê Bîranîna Şehîdan Mizgeft e, ne dêr
e. Îro milatê Kurd Şehîdên xwe di Dêrê de bibîr tînin, sûcdar û gunekarê
vê yekê Kurdên Musliman e, eger Kurdên Musliman wezîfa xwe bi cî
bianîyana, wê bîranîna Şehîdên Kurd li Mizgeftê ba , ne li dêrê ba
Daxwazeka min ji wan kesên ku xwe serok û
rêberên Kurdên Musliman dibînin heye, bila bi gorî emr û fermana dînê
Îslamê tevbigerin û kar xebatên jê tên xwestin bikin, an jî.. bila
dev ji rêbertîya Kurdên Musliman berdin û wê bêhavilî û xemsarîyê xwe
nekin para hemî Kurdên Musliman.
|