serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 Îroj xelkê Îraqê çûn ser sandoqa dengdanê

 

KSN/ 15/12 2005- Îroj seet di 7:00 sibê de, xelkê Îraqê çûn ser sandoqa dangdanê. Li Kurdistan û Îraqê xelk dengê xwe ji bona hilbijartina nûnerên Parlamentoya Îraqê didin. Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî, li havîngeha Pîrmam li bajarê Selahedîn dengê xwe da û ji rojnamevana re got: Ev roj rojeke girîng û dîrokêye di dîroka Îraqê de û ez spasîya xelkên Îraq û Kurdistanê dikim bona vê beşdarîye berbiçav.

Serokê Îraqê Celal Telebanî, dengê xwe di dibistana Şehîd Cemal li Silêmanîyê seet di 7.00 sibê de da. Telebanî, ev rojeke dîrokî û deweta welat e û bang li hemû Îraqîyan kir ku beşdarîyê di vê cjna demêkirasîyê de bikin.

Bi piranî pirosesa hilbijartinê li Îraqê hetanî niha baş derbasdibe. Li Musil û Rimadîyê bombe teqîya û li Musilê yek hat kuştin.

Xelkê Îraqê ji bona midê çar salan wê nûnerên Parlamentoya Îraqê hilbijêrin. Di dîroka Îraqê de merû dikare bêje; ev cara yekemîne ku xelk bi îrada xwe diçin ser sandoqê û nûnerên xwe hildibijêrin.

 

 

Çevkanî: Dengubasên cihê  Amadekar:   D. Ş  Dem:  15 /12 2005           Seet 13: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî