serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Xalê Rîxo


Divê xortek caxira wî xilas dibe û li der û dora xwe dinêre ka mirovek nabîne ku ji xwe re caxirek jê bistîne,.Xort bala xwe didê we merivek ji wêda tê. Xort diçe ba mêrik û dibêje:

Rojbas xalo.

-rojbastir xwarzî.

Xalo: dipirsê de `eybnebe navê te bixêr?

-navê min Sêxo.

Serçavan xalê Rêxo.

Xort dibêje; xalê Rêxo min qutîya xwe ya caxrê li mal ji bîrakirîye tu ji kerema xwe dikare pelek bide ku ez caxirek çêkim? Mêrik derdixe pelek caxrê dide xort, lê dema çavên xort li tutina xali dikeve dilê wî dibêjê. Tûtina xalê Rîxo zer zer wek sima ye. Xort dibêje;

Xalê Rêxo ez karim ji tutina te caxirek bipêçim?

-mirêk dibêje fermo! bipêç.

Xort caxira xwe dipêçe û destê xwe li cibên xwe digerîne ku heste-çaqmaq derîne, lê jiqestaye ji ber kû çaqmaqê wî tuneye. Xort dibêje; e`heeee..! bi Xwedê min çaqmaqê xwe li mal ji bîra kirîye..! xalê Rêxo dikarî agirê xwe jî bide? mêrik agir dide xort û xort caxira xwe pêdixe û hilmek du hilmê kur li caxirê dixe û Pêra dibêje we`heeeee..! mala te xirabe ez dikim nakim nikarim te mîratî biterikînim û pêra ji Xalo dipirse

Xalê Rixo, navê bavê te cîye?

Mêrik heta ber qirikê tijî bûye û dihilîna ji xort re dibîje;

- Lawo..! te navê min pirsî min got navê min Sêxo, te got min xalê Rêxo. Wele cixare, pel, tûtin û agir ji kîsê xelkê be, ez bim ez jî cixarê naterikînim. Lawo, te navê min çikirî û tu wê navê bavê min çibike...?


Qurêþê Xiromeka

Rojek Qurêþ- Pîr-ê Xiromak- Elewî- yan diçe gundek, birê de Qurêþ li ser avek radiweste ku destavek bigire û hinek hespê wî jî bêhna xwe bide û biçere. Qurêþ, ji bona ku hespa wî  bi rihetî biçêre gema hespa xwe derdixîne  datîne nêzîkê hespê û diçe ser avê.

Xortekî Kurmanc bala  xwe didê ku Qurêþ li wandera naxwîye û diçe gema hespa wî di  dize. Qurêþ  ji destavê tê û bala xwe didê ku gam li wandera tune û Qurêþ li der û dora dinêre gema hespê nabîne.

- Qurêþ jio xort dipirse ka gema hespa min..?

 Min nedîtîye.

- Ma ji bilî te kesek din hat vêdera p kirîv.?

Na.

- Lê kê ev gama bir, ji bilî te kes li vara tunebû û hebe tunebe te gama hespê birîye..!

Xort bala xwe dayê ku Qurêþ dev ji wî  bernade, hema di cîde di serê xwe de  tiþtek çêkir û ji Qurêþ re got:

Pîrê min, ez zanim kefþ û Kiramtê te heye û ji xwe min gem nebirîye lê eger min gema hespa te biriba te zanîbû.

Qurêþ bala xwedayê xort behsa kefþ û kirameta dike û gotinên xort li xweþäya Qurêþ jî çû û qurêþ fikirî anaha ez bêjim te gema hespa min birîye wêçaxê ez ji kirametan mehrûm dimînim, lê eger ez bêjim na..! ez zanim te gem nebirîye rola kefþ û kirametan ji min re dimîne.

-Qurêþ got: na.. na..! ez zanim te gem nebirî...

 




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî