|
Dr. Cemal Ebdulhemîd di teqîna Hewlêrê de 46 kes
kuştî û 67 kes jî birîndarin
HEWLÊR,
5/5 2005- Wezîrê Tendurustîyê yê herema Kurdistanê Dr. Cemal Ebdulhemîd do
derengê rojê, derbarî teqîna Hewlêrê de agahî da. Dr.Cemal, hetanî niha di
teqîna terorî ya ku do sibê li Hewlêrê pêk hatibû de, 46 kes hatine kuştin
û 67 kes jî birîndarbûne. Kesên birîndar di sê Nexwşxanên Helêrê de tên
tedawîkirin, lê hinek ji wana pêwîstê emelîyatêne. Êdî çi li Kurdistan û çi jî
li devrayê Kurdistan divê werin emelîyat kirin.
Çevkanî: Kurdistan Regional Government (KRG) |