|
Wergera
Du Çîrokên Manîdar
Bîhna
gulan li destên ku yên gulan didin dimîne
ALMANYA, 12/5 2005-
Berê li Çîn ê bi navê "Lî-Lî" geçek dizewice û tev mêr û xwesîya
xwe di malekê de dije. Lê di demek kin de fêm dike ku tev xwesî yê di
malekê
de idare kirin pir zor e.
Şexsîyeta herduyan ne mîna hev e. Va jî pir caran dibe sedema pevçûna
wan.
Va, gora edetên Çînê ne tiştekê baş e û li der û dorê de baş nayê
nêrandin.
Çend mehan şuva mal ji bona wê û mêrê wê sedema pevçûna bûk û
xwesîyê
dibe mîna cehennem/doje.
Jina cîwan êdi yeqîn tîne ku tiştek bê kirinê û hema/dîrek tere cem
hevalekê berê yên bavê xwe ku ew biharat/nebat firoş e û derdê xwe jê
re
dibêje. Mêrikê kal ji bona wê bi nebatan tiştekê hazir dike û dibêje
ku
gerek vanî 3 mehan her roj kêm kêm bike nav xarina xwesîya xwe yên ku
wê jê
re çê dike.
Axû ger kêm kêm were dayînê ku pê neyê hesidîyanê ku bûkê ew kuştîye.
Mêrikê kal dibêje ku xwesîya xwe re pir baş tevbigere û jê re xarinên
xweş
çê bike ku mêrê te û tu kesên din te şiphe nekin.
Lî-Lî bi dilxweşî wedigere malê û gotinên mêrikê kal eynî tîne cî.
Her
roj xarinên herî baş çê dike û axûyê kêm kêm dike nav xarina xwesîya
xwe.
Pê kes jî wê şiphe neke jê re pir baş tevdigere. Demekê şuva xwesîya
wê jî
xwe pir duguherîne û wê re mîna qîza xwe tevdigere. Di malê de edî
hewaya
aşîtîyê hukim dike.
Jina cîwan xwe di bin barek giran de hîs dike. Bi vazîyetkî poşmanî
dikeve rîya
dukana biharat firoş û ji bona pakkirina axuya ku wê heyan nuha daye
xwesîya
xwe çêkirina îksîrekê jê dixwese. Êdî nedixwest ku jina pîr bimire.
Mêrikê kal mêze Lî-Lî ya hember wî bi çavên gîrî dipeyîvî dike, bi
dengekî bilind dikene û dibêje: "Lî-Lî ya hêja, tiştên min dabûn te
tenê
vîtamînûn. Dibe ku te bi wan tenê quwwet/hêz daye xwesîya xwe. Axûya
rast
jî yê di mêjoyê te de bû. Herçî tu wê re baş tevgerîyayî ew bela bû û
hezkirinê cîyê wî girt. Bi vê torê hûn bûn mîna dê û qîz."
Gotinek kevn yê pêşîyên Çînê wusa dibêje: "Bîhna gulan li destên ku
yên gulan
didin dimîne. Însanên tên hezkirinê yên ku însanan hez dikin in."
Mêrik û Xwedê
Mêrik pispisand: “Xweda yê min,
ji min re biaxife!” Û çûkek li ser gulîyê darê viçîya, lê mêrik
nebihîst.
Dû re mêrik qêrîya û got: “Xweda
yê min, ji min re biaxife!” Û di ezmanan de biruskek vejîya, lê mêrik
ew guhdarî nekir.
Mêrik qaytî dora xwe kir û got:
“Îzin bide min ku ez Te bibînim!” Û li ezmanan de stêrek biriqîya. Lê
mêrik ew ferq nekir.
Û mêrik qêrîya: “Xweda yê min,
mucîzekê nîşanê min bide!” Û li cîyekê zarokek hat dunê. Lê mêrik ji
pê nehesîya.
Dû re mêrik bi dengekî belengaz
got: “Xweda yê min, destê xwe li min bixine û Xwe min bihesîne!” Ser
vê gotinê Xwedê xwe berda jêr û temasî mêrik kir. Lê mêrik perperik
bi pişta destê xwe ji wê de kir û da rê û çû.
Ji
Tirkî: Hesen Polat
|