|
6/12 2004- Divê
du mirovan bi hevdu re çerçî-etarîtî dikirin. Dem çu dewran derbasbu herdu
etaran gelek ji hevdû hezdikirin û bubun wekî bira, hata wusan bubun ku îdî
bê hevdû îdare nedikirin. Dîsa rojek ji rojan herdu etaran barê xwe li
hêstiran barkirin û ber bi welatê jêr ve ketin ser rê û çûn û çûn.. hetanî
xwe gihandin bajarekî gelek xweþik. Ew bajar bi miletê xwe ve, bi avakirina
kolan û avayê xwe ve gelekî xweþ bu. Mirovên wî bajarî gelekî mirovên merd û
camir bûn. Xweþîya wî bajarî dilê yek ji wan etaran kiþand ku ew êdî dev ji
etarîyê berde û ji xwe re di kolaneke wî bajarî de dikanekî kirê bike û ji
xwe re dikandarîyê bike. Mêrik bixwe ji xwe re got: îdî way emrê min bû 40,
îdî bes e ku ez etarîtîyê dikim.
Mêrik xwest a
dilê xwe bi hevalê xwe re parve bike û jêra got:
-wele, dilê min
heye ku ez îdî dev ji etarîtîyê berdim, nizanim ka tu çi dibêje..?
Wekî ku tu
satilek ava sar di ser hevalê wî de bike wusan di cîyê xwe de sar bu û ma, û
wek deng neçûbê an ji nexwest fêm bike û got:
Te got çiiiii..?
- min got dilê
min heye ku ez îdî dev ji etarîyê berdim, ez îdî westîyame nikarim tim û tim
li pêy hêstiran bi van çîyan ve hilkiþim.
Hevalê wî, heyra
tu dîn bûyî.. ma te rêya xwe þaþ kiriye, ev bû çend sal em bihevranin û karê
me pirr baþ e û em her derî nasdikin û karê me jî karekî bi xêr û bêr e, ma
tu yê çawa dev ji etarîyê berdî..?
- wele, bira min
biryara xwe daye, ez ê îdî dev ji etartîyê berdim, ez ê hinek jî dikandarîyê
bikim ka hela Xweda çewa dike.
Hevalê wî ad kir
îman kir, li ser gerîya, li ber gerîya; heyra ev bû çend salin em hevalin
were dev ji etarîyê bernede..! lê tu fêdekî nekir, mêrik dev ji etarîtîyê
berda û ji xwe re dikanekî kirêkir û dest bi dikandarîyê kir.
Hevalê wî wekî
berê barê hêstira xwe barkir û çû etarîtîyê. Carna havalê wî dihat wî bajarî
lê nedixwest ku wî bibîne, ji ber ku gelekî dilê wî mabu.
Dem çu dewran
derbasbû, mêrik hêdî hêdî di nav dikandaran de hate naskirin. Di dema sersal
û cejanan de, dikandarên wî bajarî xelat dikirîn û diçûn sersal û cejna Mîrê
bajar pîroz dikirin. Mêrik jî, çend caran xelatên ku li gorî mezinaya Mîr di
kirî û diçû serdana Mîr û li huzura Mîr rudinþt û carna pêwîstbûna diaxifî.
Di mêrik de
hinek þêla zanatîyê hebû, dema diaxifî bêhna zanatîyê ji axiftinên wî dihat
û ev rewþa mêrik jî dilê Mîr xweþ dikir. Mîr mirovekî zalim bû, dema Wezîrê
wî tiþtek xelet bikira an jî madê Mîr jê Wezîr biçuya, serê wî jêdikir û
Wezîrek dinê wezifedar dikir. Wan rojan jî Mîr serê Wezîrê xwe jêkiribu û
dixwes ku ji xwe re Wezîrekî tayîn bike. Mîr fikirî û da berhev, bi xwe ji
xwe re got: wele ji vî dikandarî bi aqiltir tuneye ez ê wî bikim Wezîr.Û
qasid þand ba mêrik, yanî dikandarê nu got bila were Dêwana min.
Mêrik bi lez û
bez hat Dîwana Mîr. Mîr jêre got: tu dev ji dikandarîtîyê berde, ji îroj û
pêve tu Wezîrê min î.
Wezîrtîya mêrik
li nava bajar belav bu û her dor û ber pê hesîyan ku Mîr dikandarek kirîye
Wezîr.
Dîsa rojek ji
rojan hevalê Wezîrê nû hat bajêr ku ji xwe re eþya bikire, hevalê wî dît ku
herkes behsa Wezîrê nu dike. Ev yaka han bala etar jî kiþan û mereqkir ku ka
bizane Wezîrê nu kîye. Dema zanî ku hevalê wî buye Wezîr, di ber xwe de got:
"wele wezîr ker e" ev dengê etar çû goyê hin kesan ku
etarek gotîye Wezîr ker e û çun þikayeta wî bi wezîr de kirin.
Wezîr çend esker
þand ka ew kîye ku ji Wezîr re gotîye ker. Esker çun; ew ê ku gotibû wele
Wezîr ker e, girtin û anîn huzura Wezîr. Wezîr bala xwe dayê ewê gotîye
Wezîr ker e hevalê wî yê etar e.
-Wezîr, te
gotîye wezîr ker e..?
Hevalê wî, erê
-gere tu bi
wezîrtîya min þa bibûna, lê tu diçî di nava xelkê de dibêje wezîr ker e..!!
min tiþtek ji te fêm nekir.
Hevalê wî, erê,
dîsa dibêjim ku tu ker î...!
-çima ez ker im,
ka bêje tu çawa dizanî ku ez ker im..?
Hevalê wî
dibêje; eger tu ker nebûya tu nedibû Wezîr..!! gelo ma tu qet fikirî ka
Wezîrên pêþîya te, ew kuda çun û çi hat serê wan..? ma tu nizanî aqûbeta wan
li serê te ye jî....?
|