|
-----------------------------------------------------------------
Welw
Wezîr ker e
6/12 2004-
Divê du mirovan bi hevdu re çerçî-etarîtî dikirin. Dem çu dewran
derbasbu herdu etaran gelek ji hevdû hezdikirin û bubun wekî bira, hata
wusan bubun ku îdî bê hevdû îdare nedikirin. Dîsa rojek ji rojan herdu
etaran barê xwe li hêstiran barkirin û ber bi welatê jêr ve ketin ser rê
û çûn û çûn.. hetanî xwe gihandin bajarekî gelek xweşik. Ew bajar bi
miletê xwe ve, bi avakirina kolan û avayê xwe ve gelekî xweş bu. Mirovên
wî bajarî gelekî mirovên merd û camir bûn. Xweşîya wî bajarî dilê yek ji
wan etaran kişand ku ew êdî dev ji etarîyê berde û ji xwe re di kolaneke
wî bajarî de dikanekî kirê bike û ji xwe re dikandarîyê bike. Mêrik
bixwe ji xwe re got: îdî way emrê min bû 40, îdî bes e ku ez etarîtîyê
dikim.
Mêrik xwest
a dilê xwe bi hevalê xwe re parve bike û jêra got:
-wele, dilê
min heye ku ez îdî dev ji etarîtîyê berdim, nizanim ka tu çi dibêje..?
Wekî ku tu
satilek ava sar di ser hevalê wî de bike wusan di cîyê xwe de sar bu û
ma, û wek deng neçûbê an ji nexwest fêm bike û got:
Te got
çiiiii..?
- min got
dilê min heye ku ez îdî dev ji etarîyê berdim, ez îdî westîyame nikarim
tim û tim li pêy hêstiran bi van çîyan ve hilkişim.
Hevalê wî,
heyra tu dîn bûyî.. ma te rêya xwe şaş kiriye, ev bû çend sal em
bihevranin û karê me pirr baş e û em her derî nasdikin û karê me jî
karekî bi xêr û bêr e, ma tu yê çawa dev ji etarîyê berdî..?
- wele, bira
min biryara xwe daye, ez ê îdî dev ji etartîyê berdim, ez ê hinek jî
dikandarîyê bikim ka hela Xweda çewa dike.
Hevalê wî ad
kir îman kir, li ser gerîya, li ber gerîya; heyra ev bû çend salin em
hevalin were dev ji etarîyê bernede..! lê tu fêdekî nekir, mêrik dev ji
etarîtîyê berda û ji xwe re dikanekî kirêkir û dest bi dikandarîyê kir.
Hevalê wî
wekî berê barê hêstira xwe barkir û çû etarîtîyê. Carna havalê wî dihat
wî bajarî lê nedixwest ku wî bibîne, ji ber ku gelekî dilê wî mabu.
Dem çu
dewran derbasbû, mêrik hêdî hêdî di nav dikandaran de hate naskirin. Di
dema sersal û cejanan de, dikandarên wî bajarî xelat dikirîn û diçûn
sersal û cejna Mîrê bajar pîroz dikirin. Mêrik jî, çend caran xelatên ku
li gorî mezinaya Mîr di kirî û diçû serdana Mîr û li huzura Mîr rudinşt
û carna pêwîstbûna diaxifî.
Di mêrik de
hinek şêla zanatîyê hebû, dema diaxifî bêhna zanatîyê ji axiftinên wî
dihat û ev rewşa mêrik jî dilê Mîr xweş dikir. Mîr mirovekî zalim bû,
dema Wezîrê wî tiştek xelet bikira an jî madê Mîr jê Wezîr biçuya, serê
wî jêdikir û Wezîrek dinê wezifedar dikir. Wan rojan jî Mîr serê Wezîrê
xwe jêkiribu û dixwes ku ji xwe re Wezîrekî tayîn bike. Mîr fikirî û da
berhev, bi xwe ji xwe re got: wele ji vî dikandarî bi aqiltir tuneye ez
ê wî bikim Wezîr.Û qasid şand ba mêrik, yanî dikandarê nu got bila were
Dêwana min.
Mêrik bi lez
û bez hat Dîwana Mîr. Mîr jêre got: tu dev ji dikandarîtîyê berde, ji
îroj û pêve tu Wezîrê min î.
Wezîrtîya
mêrik li nava bajar belav bu û her dor û ber pê hesîyan ku Mîr
dikandarek kirîye Wezîr.
Dîsa rojek
ji rojan hevalê Wezîrê nû hat bajêr ku ji xwe re eşya bikire, hevalê wî
dît ku herkes behsa Wezîrê nu dike. Ev yaka han bala etar jî kişan û
mereqkir ku ka bizane Wezîrê nu kîye. Dema zanî ku hevalê wî buye Wezîr,
di ber xwe de got: "wele wezîr ker e" ev dengê etar çû
goyê hin kesan ku etarek gotîye Wezîr ker e û çun şikayeta wî bi wezîr
de kirin.
Wezîr çend
esker şand ka ew kîye ku ji Wezîr re gotîye ker. Esker çun; ew ê ku
gotibû wele Wezîr ker e, girtin û anîn huzura Wezîr. Wezîr bala xwe dayê
ewê gotîye Wezîr ker e hevalê wî yê etar e.
-Wezîr, te
gotîye wezîr ker e..?
Hevalê wî,
erê
-gere tu bi
wezîrtîya min şa bibûna, lê tu diçî di nava xelkê de dibêje wezîr ker
e..!! min tiştek ji te fêm nekir.
Hevalê wî,
erê, dîsa dibêjim ku tu ker î...!
-çima ez ker
im, ka bêje tu çawa dizanî ku ez ker im..?
Hevalê wî
dibêje; eger tu ker nebûya tu nedibû Wezîr..!! gelo ma tu qet fikirî ka
Wezîrên pêşîya te, ew kuda çun û çi hat serê wan..? ma tu nizanî aqûbeta
wan li serê te ye jî....?
|