serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Welatên ku herî xweş mirov kare lê bijî: Norweç, Izlanda û Avusturya.

KSN/ 9/9 2005- Her salê carekê ji hêla Netewên Yekbûyî, li gorî dirêjbûna temenê mirovan, perwerde û asta halxweşiyê dewletên cîhanê têne rêzkirin û bû cara pêncemîn ku Norweç yekemîn tê hilbijartin.

Norweciyên ku nêzîkî çar pênc milyon xweciyên wan hene bi saya petrola her roja ku tê hatiniya wê bêtir dibe gihaştiye asteke halxweşiyê ya bilind. Dema ku mirov îstiqrara dewletên Îskandinavî jî bîne berçavên xwe, çêtir tê famkirin ku dewletek ji wan di rêza yekemîn de ciyê xwe digre.

Na ew tenê li roja xwe nafikirin dibêjin mafê zarokên me jî di vê hatiniya petrolê de heye û ji bo vê yekê jî fonek bo wan vekirine ji niha de fona wan gihaştiye 190 milyar dolarî.

Di vê rêzkirina hanê de dewleta Tirkiyê  ji nav 177 dewletan karîbûye têkeve rêza 94 an. Ew jî baş e divê dewleta Tirkiyê dia bike bi vê rewşa xwe ya kambax neketiye rêza 177a. baş e ku rapora xwe li gorî hovîtiya dewletan amade nekirine…

 



 

Çevkanî:  Intenethaber   Amadekar:   Mucteba        Dem:   9/9 2005            Seet:  00: 00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî