VEGERA REŞ
Rê herî
Deriyê ji derve vekirî wek
deriyê hundir
Erd cemidî dîwar ker û ez
stûxwar
Êvaran de barana şor dibare
Her du şibakên bêcam de
Laşê min sar doşek cemidî û
dirêjin şevên xayin û bêhn fireh
Elimandine roja hefta ez bi rê
Û ber deriyê xesûyê
Îro roja heşta ez li mal
Ne remezana şerîf ez bi rojî
Destê min de tizbiya sî û sê
lib
Bîsmîlahîrahmanûrehîm sî û sê
car navê xanima delal
Şêst û şeş car ber qeza û bela
Mele nimêja êvarî elan dide
Deng nexweş bi kul
Ker halê ker a
Lal halê lal a
Ma qey dil bi halê dil a
nizane
Ber guhê min ê çepê de laşê
bêkefen kirî
Ber guhê min ê rastê de nimêja
helal kirî
Ser dilê min de helbesta min a
ne temam kirî
Were were pêl heriyê bik
Deriya bigir pêl merşê bik
Ser doşeka hirî rûnê min şiyar
bik
Mirî di qebra reş de şiyar
dibin
Heta ku serê wan li kevirê
heda keve
Şoreş SEYDA