|
Tirk û Ereb Dixwazin Dîsa Kurda bi Hevûdû
Bişkînin.
KSN/ 27/% 2005- Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Ibrahîm Caferî çû Tirkiyê
û li wê derê soza têkoşîna bi PKKê re da tirkan, Wezîrê Parastinê yê
Iraqê Sadun El-Duleymi çû serîdana Serokê PDK birêz Mesûd Berzanî û
jê xwest ku di têkoşîna bi PKKê re hevkariyê bikin. Wisa diyar e ku
Tirk û Ereb li rêyeke aqilana digerin ku dîsa karibin hêzên Kurda bi
hevûdû re bidin şerkirin û wan lawaz bixînin û dîsa bikin xulamokên
ber destê xwe. Bixwîne
Ji ber ku ev hevdîtin bi awayekî veşartî çêbûye em nizanin bê ka
bersîva birêz Mesûd Berzanî bo wan çi bûye, lê leyîstikeke mezin e û
divê ku Kurd ji xwe haydar bin û zû bi zû neyin leyîstikên weha û
careke dinê destê wan nekeve xwîna hevûdû.
Ez hêvîdar im ku Cenabê Mesûd Berzanî ji vê leyîstikê hayîdar be û
bi feraseta xwe rê nede tiştên weha…
Mucteba Baravî
|