-----------------------------------------------------------------

TIRKÎYEYÎ YAN KURDISTANÎ

 Lokman Polat

Belayeke nû derket pêşberê kurdan. Ev bela jî bela Tirkîyeyîbûnê ye. Kemalîstên tirk û yên kurd hercarê belayeke derdixin pêşberê kurdan. Tirkîyeyîbûn tirkbûn e. Kurd Tirkîyeyî nîn in, Kurdistanî ne.

 Peyva Tirkîyeyê bi damezrandina dewleta Kemalîst –Komara Tirkîye- derkete holê. Beriya sala 1923-an bi navê Tirkîye tu cihek, warek, welatek, dewletek tunebû. Ew dem împaratorîya Osmanî hebû û di dema Osmanîyan de navê welatê kurdan bi fermî Kurdistan bû.

 Faşîst, şovenîst û nîjadperestên tirkan dereweke mezin avêtin holê û gotin ”Kurd tirkên çîyayî ne.” Ev derew negirt, rûyê wan reş bû. Niha jî hinek dixwazin bi rûreşîyeke din dereweke din bi kurdan bidin qebûl kirin. Helbet kurdên welatparêz, pêşverû û sosyalîst tiştên weha derew û bêbingeh qebûl nakin. Lêbelê xuyaye ”Kurdên Kemalîst” ji bo qebûlkirina vî tiştî amade ne.

 Evdoyê Kemalîst hertişt daye alî û bi pesindayina Kemalîzmê re mijul dibe. Ew û mirûdên wî Tirkîyeyîbûnê diparêzin. Tirkîyayîbûn ji bo pirs û pirsgirêka doza kurd re çareserî nîn e, astengî ye. Di Tirkîyayîbûnê de dewlet dewleta tirk e û unîter e. Zimanê fermî tirkî ye. Heq û hiqûqê kurdan nayê dayin, kurd xwe bi xwe îdare nakin, yanî tu statuyeke kurdan tune ye.

 Tirkîyeyîbûnî xweqebûlkirina tirbûnê ye. Dema yê ku Tirkîyebûnê qebûl bike, xwe jî wekî tirk qebûl dike. Leyla Zana ji bo ku Tirkîyeyîbûnê diparêze, piştî çil salan xwe kir tirk û gote ”em tirk.”(!). Yên ku Tirkîyeyîbûnê diparêzin ji bo kurdan tu statuyeke daxwaz nakin. A. Ocalan di dadgehê de û Leyla Zana jî di masmediayê de gotin : ”otonomî û federasyon li gor dema me ya nûjen nîn e.” Ev dîtinên wan dîtineke çewt e, bêbingeh e. Xwedî van gotinan bila li dinê –cîhanê- û ewropayê binêrin. A. Ocalan bi xwe jî dixwaze Tirkiye bibe endamê yekîtiya ewropayê. Di esasê xwe de ew jî zane ku dîtinên wî nerast e.  Lêbelê ji tirsa dewleta tirk û Kemalîstan û ji ber bêîstiqrarî û tirsonekiya xwe ew weha dibêjin. Leyla Zana jî ji bo ku mirûda wî ye, dîtinên wî diparêze.

 Min di nivîseke xwe de gotibû ku ”Sîya Tirkîyeyîbûnê ketiye ser çalakîyên rojên wêjeyî ya Amedê.” Nivîskarekî tirk li Amedê di panelek de li hember edebiyata kurdî, edebiyata tirkîyeyî diparêze. Tirkîyeyîbûn bi rengekî din înkarkirina kurdan e. Bi şêweyeke ji holê rakirina ziman, çand û edebiyata kurdî ye. Kemalîstên kurd û tirk ji niha ve dest pê kirine, dibêjin : ”Êdî nebêjin edebiyata kurdî, bibêjin edebiyata Tirkîyeyî.”

 Bi qewlê –gotina- dostekî min ê Amedî –Diyarbekirî- ve : ”Tirkîyeyîbûn dêmeg tirk dêmeg e. Ez tirk nîn im û Tirkîyeyî jî nîn im. Ez kurd im û Kurdistanî me.”

 

Niviskar