serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Terefên Sîyasî li ser destura Îraqê li hev kirin

 

KSN/ 11/10 2005- Îroj êvarê di koçka serokkomarê Îraqê Celel Telebanî de, hem û terefên sîyasî yên kurd û ereb  ji boyî dan û sitendinên  li ser destûrê hatin ba hev. Li gora PUK-Medyayê,  hemû partî û terefên sîyasî yên kurd û ereb li ser pêşnîyara partîya Îslamî ya Îraqê li hev kirine ku wê di 15ê mehê de ji destûra Îraqê re  bêjin ERÊ.  Lê naveroka pêşnîyarê ne dîyare. Hate ragihandin ku wê sibê di Parlamentoya Îraqê de bi tevlêbûna hemû terefên sîyasî, xalên ku li ser li hevkirine, ji raya giştî re bên eşkere kirin.

Çevdêrên sîyasî di wê bawerîyê da ne ku, ev biryar ku bi riza hemî terefên sîysî ve hatîye qebûlkirin , wê bandora xwe ya erênî li ser destûrê bike û wê destûr bê qebûlkirin.

 

Çevkanî:  PUK-Medya  Amadekar:    serhed.net       Dem:   11/10 2005           Seet: 23:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî