**Menûya Kurdî**
 

Teqînên Londonê û kêfxweşîya dewleta Tirk.

KSN/ 11/7 2005- Berîya pênc rojan li Londonê li çend cîyan teqîn çêbû û nêzî 60 kesî hatin Kuştin û  700 kesî jî birîndarbûn. Li seranserê cîhanê çi ji dil û çi jî bêdil, nerazîbûn hate nişan dan û teqîn wek bûyereka terorî hate şermezar kirin. Lê eger ne ji şerma ba, wê dewleta Tirk dewet û dîlan girêbidana. Serokwezîrê Tirk Receb T. Erdogan di dema teqîn li Londonê çêbûbû waha digot: "Min ji we re negot werin em bihvedû ra li dijî teroêr rawestin!.. aha.. we dît? wayê li we jî xistin. Ez wekî mirovek ku min 30 hezer hemwelatîyên xwe ji ber terorê qurbanî daye, werin em bi hevdû re li dijî terorê bi her awayî rawestin û hev karîyê bikin".

Tirk di 11 Îlonê de dema  New York bu armanca êrişan, disa bi vî rengî helwesta xwe dîyarkir û doza hevkarîya li dijî terorê li Emerîka kir.

Ma çi peywendîyê Kurdan bi teqînên li Londonê heye?

Dewleta Tirk pirsa 40 mîlyon Kurdî bi teqînên li Emerîka û Îngîltetre ve girêdide. Tirk dixwazin li herderî mirovên bêrî û sivîl werin kuştin û ew jî pirsa Kurd bi wan kiryarên ne mirovî ve girêde.

Dewleta Tirk li himberî pirsa Kurd bê desthiladar maye, ji ber wê yekê ye ku li ku teqînî  çêbe tirk li dijî meltê Kurd banga hevkarîyê li wan welatan dike. Dewleta Tirk bi vê helwesta xwe, ji dewletên Rojava dixwaze ku pirsa miletê Kurd wek pirsa terorê qebûl bikin. Hinek ji nivîskarên tirk îda dikin ku hetanî dewletên Ewrûpa miletê kurd terorîst îlan nekin, wê teror li Ewrûpa neqede. Yên li Ewrûpa karên xwe kujî dikin, ne Kurd in. Ewkesên Li Îraqê rojê bi sedan mirovên bêrî dikujin û dewleta Tirk jî piştgirîya wan dikin  û ji wan re dibêjin koma berxwedan( direnîşçî), ewin  ku li Ewrûpa teqînan dikin û bi sedan kesên sivîl tên kuştin.

Pirsa miletê Kurd bi qasî pirsa Rojhilata Navîn e, her wusan jî pirseka Navnetewî ye û girêdana pirsa Kurd bi teqînên li kuçe û kolanan ve, dujminatîya dewleta Tirk ya li himberî miletê Kurd dide nîşandan.

Gotineka pêşîyên Kurdan heye dibêjin; " Bila  neyarê mirova  mêra be, ne  tane û tone be" Di dewleta Tirk de exlaqê mirovatîyê tune. Ji xwe piroblema me Kurdên bakûkr jî ew e ku, neyarê me ji terbîya exlaqî û hestê mirovî bêpar e.

Dewleta Tirk yek ji wan dewletana ye ku li ser xwîn û keda mirova hatîye avakirin û ji boyî ku  ew dewleta xwîn xwar li ser pêyan bimîne, divê xwîn hebe ku karibe hebûna xwe biparêze. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk hertim li ser miletê Kurd û Muslimanan terora dewletê meşandîye. Vêca li kuderê dunê bûereka terorî diqewume, delweta Tirk îla xwe dixîne navda û li dijî pirsa Kurd bi her kesî re dixwaze hevkarîyê dike.

Ev helwesta dewleta Tirk ya li himberî miletê Kurd, ji qelsîyê tê û di warê piskolojî de, malwêranîya tirkan ne. Di destpêka hilweşandina rejma Sedam Huseyîn de hatanî niha, dewleta Tirk di pirsa Îraqê de di tu tiştek de bi ser neketîye. Îroj li dunê bahayê miletê Kurd ji yê tirkan girantir dibe û dewleta Tikr nikare tehemûla vê yekê bike.

 

 

 

 
Dem: 10/7 2005  Seet: 21  şandine: Serhed.Net        Vegere