**Menûya Kurdî**
 

tengasî



xwisîn a avên nawalan bu

berf a cîyayê Metîna

zarokên dil soz ji Hewler'ê

radibun

sev nîvê sevê.


dem di derengiyêde

dem bi ês

 têde hêvîya welatêmin mezin dibu

li Dersim'ê.


ji gringîya berjewendîyê bu

ewrên res u tarî

u ked xwarî

li dest a Musê dilivîya.


ji cî bu ustîxwarî

gazinê giran li ber zinara

 radi bu

nedihîst di singê Nemrud'da.


hercar alîyên ku hati bu ghirtin

vedikisîyan di ser tede dihatin li Mahabad'e.


carek din

zulm dibarî

afat bi kar dihat

ax dikisîya

li ber sur a Amed'ê.


qudimên sist ranagrin

cav tiji tiji dibe li Agir'î.


hesrên hurik dadighirin

li ber birî u bijangên kecika

di germ a Efrinê'de.


li wî gundê ku bi esîran dijîn

sevek ji sevan

sevên ku li ber gol a Tetwan'ê direj dibe

di bin hîvêde bervê Wan'ê

bê kêfe.


li ber ustinê ponijî

heqib a rengîn a ku ji destê dayîka wî hatibu darxistin

bi rengê kurdî

bi stranên ku ji dengbêja hati bun ghirtin, dîrokî

ji Evdalê Zeynik'ê

têde wek nexs.


xwîdana enîya diniqite li ser saxên sor

tilî u bêcîyên nazik di gewezîyêde bi kar tên

da ser milên qeydekiri

li ber av a Murad'ê

bê dengî bu dem

kerî kerî bu hîv.





bervarto...

 

 

 
Dem:26/6 2005  Seet:  22 şandine: Serhed.Net        Vegere