li Silêmanîyê avêt.
Di merasimê de, berpirsên YKNê û hikumet û mamostê
zankoya Silêmanîyê û
xwendekar amadebûn. Li ser navê hikumeta Silêmanîyê Omer Fetah,
spasîya Telebanî kir ku ev zanko bi hewl û xebatên wî tê
avakirin. Fetah, zankoya Emerîka ya ku li Silêmanîyê tê
avakirin piştî zankoya Beyrud û Qahirê zankoya sêyemîn e di
Riojhilata Navîn de.
Omer Fetah, ji bona ku DYE dest
bi avakirina pirojeyek waha kirîye,sipasîya wan kir. Fetah,
ji bona vê projê 250 milyon dolar hatîye dnîn. Hikumeta
Silêmanîyê 10 milyon dolar ji vê projê re veqetandîye û wê 10
miloyn dolar jî ji derva de were peydakirin. Fetah,
hikumeta Silêmanîyê 50 milyon dolar ji bona sala 2006an ji
boyî perwerda ciwanan ji xizîna hikumetê veqetandîye.
Zelamyê Xelîlzad jî, kêfxweşîya
xwe derbarê vê proje û merasima ku Telebanî têda ye dîyar kir
û got: berîya sê salan dema
civîna mixalefeta Îraqê li Londonê, min ji Telebanî got tu ê
bibî serokê Îraqê û ev xwezî pêkahat. Xelilzad, bang li
Parlamentoya Îraqê kir ku carekî din Telebanî ji bona
serokatîya Îraqê hilbijêre.
Telebanî, sipasîya DEY kirt û
got: ev pirje bi ked û emga DYEyê pêk hatîye û miletê kurd tu
carî qencîya DYE ji bîr nake.