KSN/
13/ 9 2005- Serokê Îraqê Celel Telebnî, wê Emerîka di dawîya vê salê de bi
qasî 50 hezar eskerên xwe ji Îraqê paşve bikişîne û wê eskerên Îraqê
di ciyê wan weri bi cî kirin û kontirolê bixin destê xwe. Telebani,
ji washington Postê re ragîhand ku, wê bi serokê Emerîka Gorg W Bush re li
ser jimara eskerên Emerîka yên ku wê ji Îraqê derkevin, munaqişe bikin
Telebanî, wusan bawerdike ku wê di navbera
40-
50
hezar eskerên Emerîka, di dawîya vê salê de ji Îraqê derkevin. Berdevkê
Birca Sipî got ku, mabesta Telebanî ne kifşkirin dema paş ve kişandina
eskerên Emerîka ye. Serok Bush, gelek caran kifşkirina dem ji bona
kêmkirina eskerên Emerîka li Îraqê, red kiriye..