Sûcdarên Îzmirê, li Kurdistanê wezîfe dikin
KSN/ 28/10 2005-
Berîya 7 mehan,
dozgerê Îzmîrê derbarê 9
karkerên Yurda
Barbaros ya zarokên bêkes li Îzmîrê, ji
boyi îşkence û
lêdana zarokan de, lêpirsîn kiribû û li gorî destûra îdarî
û doza ku dozger vekiribû, ew kesana tewanbar hatibûn dîtin. Lê di gel vî yeka hana jî,
di cîyê ku dawî li karê wan bînin, ew şandin Kurdistanê û niha li Qers,
Bingol Agir û Rihayê wezîfe dikin.
Ev bû
çend rojin di televizyonên tirkiyê de, li Yurda zarokên
ku temenên wan di bin şeş salan re ne, li Meletîyê îşkence û
lêdaneke hovane hatîye kirin nîşan didin.
Lê
7 meh berê ew îşkence û lêdan li Îzmîrê hebû.
Herwekî îşkence û lê dan li Tirkîyê tişteka nûye û miletên
tirk nû bi xwe hesîyanin....
Ew kesên li Îzmîrê kerên
nemirovî dikin û êdî li wanderan bi kêrî tu tiştek nayên,
wana şandine Kurdistanê. Ji xwe dewleta Tirk, tim kesên
xwedîyê suçên giran, şandina Kurdistanê.