Pirsgirêka Kurd, di
progirama ku Ali Kirca birêvedibir ya Sîyaset Meydanîyê
di ATVê de hat minaqişekirin. Di serî de daxwazim bêjim
ku, progiramê bi tevayî brsîva hestên miletê Kurd û ew tiştên
ku milet li bendêbû, neda.
Di serî de serokê
HAK-PARê A. Melîk Firt, bi Kurdî silav li miletê kurd kir û ji
wan serkeftin û serfirazî ji Xwedayê Dilovan û Mihrîban xwest.
Progiram ji sê beşan pêkdihat.
Yek terefdarên dewleta Kûr.
Dudu, Kurdên tirkîyatî û
kemlizmê diparastin ku nunerên wan Siri Sakik bû
Sisê, Kurdên ku Federasyon
dixwestin nuerên wan ji A. Melik Firat bû.
Bizanebûn an ji bêzanebûn,
Mehmet Metîner jî wek terefê çaremîn dihat nîşandan û li dijî
Sakik û Firta nêrînên xwe digot.
A.Melîk Firat, pir baş û bi
wêrekî axifî û zulm û zoradrîya sîstema Tirk anîziman û got:
Miletê Kurd ev bû deh hezar salên ku li ser axa Mezopotamyayê
dijîn û 500 salî ji bi Osmanîyan re jîya, lê bi hatina Komara
Tirk bi her zulmê re rûbirû man û hatin înkarkirin.
Firat, ji bona pirsgirêkên li
Tirkîyê, Federasyên çareserîya herî baş e. Firat, nasnama min
ew nasnama ku Xwedê daye min ew jî nasnama kurdî ye.
Axiftina herî di dilê miletê
Kurd de bi cî dibû û li gora hestên miletê Kurd bû ya A. Melîk
Firat bû.
Nunerê
DTPê Siri Sakik, li ser devê Imraliyê axifi û behsa ruhiyeta
Ataturk ya sala 1921ê kir ku di wê demê de Mistefa Kemal
gotiye ev dewlet ya tirk û kurda ye. Werin em vê ruhê Misetfa
Kemal vejînin.
Sakik, yek dewlet, yak bayrak,
yek ziman û di bin nasnama Tirkitiyê de, em çareserîyê
dixwazin.
M. Metiner, disa dest bi
edebyatê kir û rengê xwe yê heft reng raxist berçava. Metîner
her carê dikeve rengekî.
Demekî Îslamîyê tundbû,
paşê bû Erbakanci û dûvre ket nav partiya HADEPê û niha ji bi
zarê wî kurdê sipî( beyaz kurd) e.
Metîner, carna li dijî Sakik û
carna jî li diji Federasyona A. Melik Firat di axifî û ew
rexne dikirin.
Nizanim çiqas kurd li pey M.
Metiner hene û li ser navê kê diaxfî. Heke meru herkes bi qasî
giranî û hêza xwe bi axifîya, wê kesên zana û xwedî hêz
pirsgirêk zu çareserbikirana.
Nivîskarê Yeni Şafakê
Mustafa
Karaalioglu, yek ji wan kesên ku axiftinên di cî de
kir. Navê pirsgirêkê lê kir û astengîyên li himberî pirsgirêkê
rêzkir.
Karaalioglu,
pirs ne pirsa teror û PKKê ye û divê em dev ji polemikên ku
berê 15 salan dihatin kirin berdin. Lê Karaalioglu, tu rêyekî
ji çareserkirinê re nedît.
Umit Ozdag, li ser navê dewleta kur axifî û A. Melik Firat
tehdîtkir.
Ozda, hebûna dewleta Kur înkarkir û ji Firat re got heke
dewleta Kur hebe niha tu ne li vir bû.
Ozdag, ji Melik Firat re, tu nevîyê Şêx Seîdê
xayin e.
Di
dawîya progiramê de, keç û xortek mafê axiftinê girtin.
Dîyar bû xort kurd bû û keçik jî tirk bû, lê herdûyan jî
Mistefa Kemal diparastin û rêya çareserîyî bi tenê di
bin miletperwerîya Mistefa Kemal de, di dîtin.
Yek ji paymên ku Sîyaset Meydanîyê da temaşevanên xwe
we bû ku, Kurdên Kemalîst bi çi awayî kemalizmê diparastin.
Abdulah Ocalan, di her hevdîtinên xwe yê bi parêzerên xwe re,
behsa şoreşgerîya Mistefa Kemal dike û heyranîya xwe jê re
dîyardike.
Ew
ji dide nîşandan ku, xortên kurd di zanîngehan de, li ser
ruhiyete Ataturk tên perwerde kirin.
Heke li dunyayê dadegeh û dadperwereke bi dad hebûye, wê
kemalizim jî wek hîtlerîzmê bi hat mehkum û qedexekirin.
Îroj YEê Mistefa kemal û kemalîzmê ji bona ketinaTirkîye ya
YEê asteng dibîne.
Lê
tu were binêre, xortên Kurd di zaningehan de bi destê Apocîyan
li ser ruhiyeta Mitsefa Kemal û kemalîzmê tên perwerdekirin.
