Li Siûdîya Erebî bi navê Dîn zewacên ecêb hene
KSN/ 8/6 2005- Li
Siûdîya Erebî li ser navê dînê Îslamê gelekî cureyên zewacê derxistine û
kirin edet. Wekî zewaca normal ku em herkes dizewucin, zewaca seferî,
zewaca nîvroyê û zewaca mut`e. Xelkên Siûdîya Erebî wextî ji bona
bazirganî anjî tetîlê derdikevin dervayî welat, bi jinek re
dizewucin û bi hevdû re diçin tetîlê. Piştî ku ji tetîlê zivirîn
peywendîyên wan dawî lê tê û navê vê zewaca jî kirine zewca seferî.
Bixwîne
Zewaca hevînê anjî zewaca seyranê, di
navbera jin û mêrên Siûdî yên karmend (iş adami) de çêdibin. Xelkên
Siûdî îdea dikin ku ew ji bona kar û barên xwe derdikevin dervayî welat
û ji bona ku nekevin nav tiştên ne li rê û gunehan nekin, ji boyî ku
hatanî ji seferê bizivirin bi hev re dizewucin.
Şertên wan
Ew jina ku mêrê Siûdî
ji bona midê seferê pê re bizewuce, divê zimanê îglîzî nivîsîn û
axiftinê qenc bizane, divê bejin û bala wê gelkî xweş be, ser û çevê wê
gelkî bedew be, di axiftin û hemu tevgerên xwe de pir delal be û karibe
xwe li gora her civakî `eyar bike û karibe here hercîya ku mêrik dixweze.
Evana şertên mêra ne, lê şertên jinan jî ji yê mêran ne kêmtirin.
Şertên jinan jî
ew e ku, 150 hezar rîyalê Siûdî, otomobîlên modela dawi û koşk û saraya
bide wan. Pişt ji seferê
zivirîn dis wakî berê têkilîyên wan qut dibe.
Meselakî me Kurdan heye
dibêje; "Çû seferê hat, dîsa kerê berê"
Di eslê xwe de hinek ji
dewlemend û kesên nefstenik ji Siûdîya Erebî dixwazin wekî xelkên
Ewrûpa bijîn, lê dixwazin rengê dîn bidin vê jîyanê.
|