-
Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdînin Nesayîhî-
Şîretên Bedîuzzeman Mela
Seîdê Kurdî
Ey gelî kurdan! Îttîfaqê de
quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukumetê de
selamet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin
da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ezê
tiştekî ji we re bibêjim:
Hûn bizanin ku sê cewherên me
hene, hifza xwe ji me dixwazin.
Yek ÎSLAMÎYET e, ku hezar
hezar xûna şehîdan e buhayê wê dane.
Ê duduwan ÎNSANÎYET, ku lazim
e em nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û
însanîyetîya xwe nîşanî dunê bidin.
Ê sisiyan, MÎLLÎYETA me ye, ku
mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in , em bi karê
xwe bi hifza mîllîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me
hene, me xerab dikin.
Yek feqîrtî ye. Çil hezar
hemmalê Îstembolê delîlê wê ye.
Ê duduwan: CEHALET Û
BÊXWENDINÎ ku hezar ji me da yek "qazete" nikanin bixwînin
delîla wê ye.
Ê sisiyan: DIJMINÎ Û ÎXTILAF
e ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê
dike û hukumetê jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.
Ku we ew seh kir, bizanin
çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku
em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dijminê xwe
ser xwe rakin.
Û şûrê 'ewwil:
ME'RÎFET Û XWENDIN e.
Ê duduwan: ÎTTIFAQ Û
MUHEBBETA MÎLLÎ ye.
Ê sisiyan:ÎNSANÊ ŞUXLA XWE
BI NEFSA XWE BIKE û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û
pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê:
Xwandin, xwandin, xwandin û
destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin.
Melle
Seîd.