|
Şîrê
dayîkê êşan dikuje
KSN/ 8/18 2005- Ji
zanîngeha Erciyesê Prof. Dr. Turkan Patiroglu got: Şîrê dayîkê ku ji bo
êşbirê dermanekî suriştî ye piştî aşîkirinê jî dê bandora xwe hebe.Ji
ber ku di şîrê dayîkê de ”endorfin” heye digel bandorên xwe yên rawestînê
yên êşkujiyê jî heye.Ji
bo her pitikê xwarina herî baş şîrê dayîkê ye, divê ku mirov şeş mehên serî
tenê şîrê dayîkê bide pitikê.
Aşiya
yekemîn ya pitikê jî di nava şîrê dayîkê yê ku cara yekemîn didê ku jê re
”kolostrum” tê gotin de ye. Her dayîkek ku bi rêyeke siruştî pitika/ê wê jê
re çêdibe divê ku pitika wê hema piştî jidayîkbûnê bi tazîtî bête danîn ser
sênga diya wê. Ev yeka hanê dema ku pitik dest bi mêtinê dike dibe sedem ku
şîr zûtir û bêtir were.
Pêşveçûna sîstema hînbûnê û alerjî:
şîrê dayîkê dibe sedema zû pêşveçûn û pêşketina sîstema hînbûnê(ya li hember
mîkroba diberxwedanê û hwd) jî.
Di ew
xwarinên ku didin pitikan de tu tiştê ku têkiliya wê bi sîstema hînbûnê re
heye nîne. Hinek xweziyênê-enzîm( girêzên ji bo herifandin û mehandinê û
hwd.) di nava şîrê dayîkê de hene ku dibin sedema xweştir hezimkirin û
herifandina xwarina pitikê.
Digel ku
proteînên şîrê dayîkê ji yê çêlekê hindiktir in, hemû proteînên ku hene
derbasî sirkulasyona bedena pitikê dibin.
”Egzama”
di şîrê dayîkê de hindiktir tête dîtin. Bi şîrê dayîkê mehekê liserhev
xwedîbûn hem ji bo alerjiyên xwarinan û hem jî ji bo yên ku di rêka hilmê de
çêdibin bandûreke xwa ya parastina a baş heye.
Bandora
li hember ”egzama” ya parastinê, di pitikên ku şeş mehan an jî bêtir bi şîrê
diya xwe xwedî bûne qewîntir e.
Şîrê
dayîkê ji bo pitikeke nexweş xwarineke herî îdeal e.
Bandora
şîrê dayîkê ya li ser diristkirina meşa roviyên zaroka heye. Ji ber vê yekê
bandoreke xwe ya erênî heye ji bo wan pitikên bi zikêşê û emel dikevin.
Dema
derbarê rêyên hilmê de pirsgirêk derdikevin, bi wan pitikên ku bi xwarinên
çêkirî tên xwedîkirin re belxem û girêzên mezeloqî zêde dibin. Lê şîrê
dayîkê taybetmendiyên xwe yên saxkirina nexweşiyên enfeksiyonê hene û nabe
sedema zêdebûna girêz û belxeman jî.
Çevkanî: CNNTurk
Werger:
Mucteba Baravî
Dem: 18/8 2005. Seet: 17
|