KSN/ 13/
10 2005- Dema min dest bi nivîsandina vê nivîsê kir, min
nikarîbû biryar bida ku gelo ez ser nivîsê "Şnên
bi Şahî" an jî " Rastîya Civaka Kurd li Ewrûpa" bi
nivîsînim. Lê ser nivîs çi dibe bila be, herdû rê jî di diçin
gundekî. Li tevaya cîhana Îslamê, ne bi tavayîbe
jî lê pirên tiştan li gora rêbaza xwe ya tayîbet birêve
diçe.
Her welat
û her miletek, li ser hin hîmên tayîbet hatina avakirin û
tayîbetîyên wan ê civakî ji hevdû cihê henin. Dema em bala xwe
didin ciavkên misliman, êdî çi oldar bin û çi jî ne
oldar bin, rêzê wan rasenên ku rengê civakê kifş dikin, digirin
û ji boyê vê yekê jî, her tiştekî li gora rêbaza wî tiştî
organîze dikin.
Ez derbarê
neteweyên din yên li Ewrûpyê de zêde agahdar ninim, lê di nava
civaka kurdên li Ewrûpa de, gelekî guherînên mezin
çêbûne. Bêyî ku em li ser rastî an jî ne rastîya van guherînên
ku çêbûne devjenîyn bikin, divê em bizanibin ku ev rastîyeka
civaka hin kurdên li Ewrûpayê ne.
Hinek ji
kurdên li Ewrûpayê li gora xwe ku pir ji urf û edetên dînî û
mîlî dûr, dunayakî bi serê xwe avakirina û li gora wan jîyana
xwe di domînin
Di nav tu
civagekî misliman de nahatîtya dîtin ku, di ciyê şînê de
şahî hatibe kirin. Lê qismek ji kurdên li Ewrûpa, şîna mirîyên
xwe bi caz, muzîk û sitran û tîlîlîyan datînin. Bi gotinek din
çewa Xwedê Teala hez neka ew wusa dikin.
Li
gora çand, dîn, urf û edetên me, ev ne tişteke raste. Wek
mirov di cîyê şahîyê de şînê dayne, çiqas li hev nayê, her
wusan jî di çîyê şînê de
danîna şahîyê wusa
li ev nayê.
Dibe ku
hin kes bêjin; tu xelete î ! em di cîyê şînê de şahî danaynin,
belkî xelk bi vî yekê di xwazin hestê û wezîfa xweya dawî li
himberî heskirîyê xwe bicîbîne.
Na! Ev
bersîv ne raste. Kesekî nikare bi tenê li gora xwesteka dilê
xwe bijî. ji her tiştekî re rê û resmeka wê ya tayîbet heye.
Eger
em misliman bin, rêbazên îslamî û mîlî kifşin û
ahenga dewet û dîlanan cêhêye û tezayî û şîndanîn jê cihêye.
Mirov ji bilî Xweda nefsa xwe ji xwe re nake îlah.
Di
van demên dawî de, li Ewrûpa meletê xirstîyan yên xwedêgiravî
xwe nûjen dizanin, di tezayî û danîna şînên xwe de
sitran û muzîka ku ew kesê mîrî jê hez dikir, lêdixînin.
Hebe
tunebe kurd jî di bin vê bandora xiristîyanan de mane ku bê rê
û resma dînî tezayên xwe datînin. Lê divê em vêya jî ji
bîrnekin ku her kes li gora bîr û bawerîyên xwe dijîn û bi
gora wî dinê ku li serin tezayên xwe datînin û cenazên
xwe vedişêrin.
Ez ji
were behsa bûyerekî ku ez bi xwe jîya me bikim.
Xortekî
kurd wefat kiribû û şandin pey min ku ez di merasima veşartina
wî xortî de amade bim û wezîfên dînî pêk bînim. Bavê xort got:
Seyda ez tiştek ji meselên dînî nizanim, ji ber ku 24 salî bûm
hatim Ewrûpa û bi mijûyek cepîtî yanî Komûnîstî mezinbûm û ana
ha jî serê min li kevirê hedê ketîye û şaşo maşo bûme ku ez
çibikim. Tu çewa zana wusan bikie.
Lê zarokên
min yên din û bi tevî hevalên wî ve, merasimek bi
muzîk amadekirine û dixwazin pêşkêş bikin. Vêca seydayê min
êdî ez nizanim ka em çewa bikin.
Bê guman
gotinên bavê xortê mirî di cî da bûn, ji xwe min ji morovek
wusan û di reşek wusan tayîbet ku kurê xwe yê 25 salî wenda
kirî û dilpertî, tiştek din nedipa. Û min gotinên wî pir
normal dît.
Tiştên
harî komdî
Piştî rê û
resmên dînî û yên din bi dawî bûn, em çun ser gotistanê. Min
nexwest ku di Dêrê de nimêja cinazê bikim. Bi qasî 400
kesî ji Kurd û Ewrûpîyan tev li merasima cenazê bûbîn û min ji
milet re got em ê Nimêja cinazê bikin, destnimêja we kê heye
keremkin werin ba min em nimêja cinazê bikin.
Lê xwyabû
ya destnimêja kesî tunebû an jî ji min fêm nekirin. Min berê
xwe da qîblê û tekbîra îhramê anî, ew meletê li ser
gorstanêbûn ê desnimêja wan hebû û yên tunebûn, yên berê
wn li qîblê bûn yên ne li qîblêbûn her kesî bi min re tekbira
anîn û destê xwe wek mirov Nimêj dike girêdan.
Dema min
silav da, wan jî bimin re silav da.
Gelo ev
çîye..?
Ne min
berê got: Rastîya civaka Kurd li Ewrûpa ev e. Êdî şorovekirina
vê yekê hûn dikarin be xwe bikin.
Ev tiştên
ku ez dibêjim, ne ji boyî hinekan kêm an jî hinekan
bilind bikim, lê divê em her kes bizanibin ji kîjan
kanîyê avê vedexwun.
Ew dunya
ku kurdên li Ewrûpa ji xwe re hilbijartine, ne rastîya jîyana
miletê kurd e.
Divê mirov
çibe yê herî baş be. Misliman be li gora îslamê bijî, nabe tu
bêje ez mislimanin û li gora kêf û zewqa xwe bijî.