Ahenga bîranîna şewata
sînemeya Amûdê û riswakirina serjimartina 1962 an, li
Stockholmê
KSN/
22/9 2005- Berî 45 salan, êvara
13-10-1960 an, 283 zarokên kurd di sînemeya Amûdê de, li
rojavayê Kurdistanê, hatin şewitandin. Îsal jî ev 43 sal in
ko, 300 hezar kurd ji hemwelatiya Sûryê hatine avêtin û ji
hemû mafên mirovanî bê par mane.
Jibo bîranîna giyanê pakê
wan zarokan, riswakirina wê komkujiya kirêt û hovane, jibo
ronkirina dijwariya rewşa gelê kurd li Sûryê bi giştî û ya
”ecnebiyan” bi taybetî, koreke çandî - rewşenbîrî li
Stockholmê pêk tê.
Bi alîkariya revenda kurd
û hemû dezgehên kurdistanî li Swêdê ev kore bi ser dikeve. Em
hêviya beşdarbûn û alîkariya we dikin.
Dem:
2005-10-08; 14:00 – 17:00
Navnîşan:
Kista Träff;
Sverigesalen
Encûmena Kurdên Sûryê
li Swêdê (EKSS)