KSN/
25/ 9 2005- Îroj seet li dora dudan Kurdên Swêdê ji bona şîna
hunermenda Kurd Merzîye Ferîqî li bînaya
Globenê hatin ba hev. Merasima şînê di televîzyona Kurdistanê
de bi awakî zindî het weşandin. Merarsima şîna Merzîye
Ferîqîyê bi hevkarîya hemû dem û dezgehên kurd li Swêdê ve
hate organîzekirin. Di merasima şînê de, berpirsên hêzên
sîyasî, Komeleyên Demokiratîk, FKKLSê û kesayên serbixwe
peyamên xwe pêşkêşî malbata Merzîye Ferîqî û mêrê wê Nsiar
Rezazî kirin.
Şîna
Merzîyê, bi
saz û sitran û muzîka ku wê jê hes dikir an jî yên
wê bûn domand. Xuşka Merzîye Ferîqî Leyla Ferîqî jî him bi
komek hunermedên kurd re sitranên wê got him ji bi tenê dema
xwest hestên xwe bi beşdaran re parve bike, sitran
got. Bi qasî 3000 kesî beşdarî di şîna Merzîye Ferîqî de kirin.