serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Şîî bi hev ketin û 6 kes hatin kuştin

KSN/ 25/8 2005- Do li bajarê Necefê di navbera alîgirên Muqteda Sedir û eskerên rêxistina bedir ya girêdayê Ebdulezîz el-Hekîm de şer  çêbû. Di encama vî şerî de 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Alîgirên Muqteda Sedir, xwestin ku li bajarê Necefê di kolana Derî ya Îmam Elî de baregeha xwe vekin û li ser vê yekê şer derket. Wezîrê Ragihandinê Selam el-Malik û wezîrê Tendurustîyê Ebdulmutellib Muhemed Eli û bi tevê 21 endamên Parlamentoya Îraqê, ji bona şermezarkirina şewata mekteba Muqteda Sedir; karê xwe yê Parlamentoyê rawestandin.

Alîgirên Muqteda Sedir hucûmên gelekî baregehên rêxistine bedir kirin û sê baregehên wan li Bexdayê dagir kirin. Her wasan li gelekî deverên  Îraqê erebên bombebarkirî teqîyan û 35 kes hatin kuştin û 69 kes jî birîndarbûn.

Çevkanî: Cizir û erebiye

Amadekar: Dilbirîn

Dem: 25/8 2005. Seet: 00:




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî