|
Dewleta Tirk: Sifetên ku ji mixatabên xwe re dijmêre,
ji bilî PKKê di tu rêxistinek din de tune |
KSN/ 2/9 2005- Piştî ku dewleta tirk nav li pirsgirêka Kurd kir, niha ji dixwaze
mixatabê vê pirsgirêkê kifş bike ku pêre bide û bistîne. Ji bona dewletê pir çetine ku
hima yekser bêje mixatabê min ev e. Dewletê, çewa pirsgirêka Kurd bi destê
serokê PKKê Evdila Ocalan, kir pirsa Demokirasîyê; wê wusan jî mixatabê vê pirsê
PKKê qebul bike. Ma kî bawer dike ku, ev gotinên serokwezîrê Tirk Erdogan û yê
serokê Parlamentoyê Bulent Arinc, bê pîlan û pirojeyên dewletê hima ji ber xwe ve
gotibin..?
Ew dewleta ku nav li pirsgirêka kurd kirîye, wê dewletê rêya çereserkirin û
mixatabê vê pirsgirêkê jî kifş kirî û hêdî hêdî wî mixatabî dide naskirin.
Bi ya min pirsgirêk û di gel rêyên çareserî û mixatabê vê pirsgirêkê, di gotinên
Erdogan û yên Bulent Arinc de wek eynik dixwîye û kifş e kîne.
Dewleta Tirk dema behsa mixatabê pirsgirêka kurd dike, di eslê xwe PKKê terîf
dike. Lê ji ber ku newêre xwe ji rayagişti ya tirk xilas bike, navê PKKê nabêje
bi tenê sifetên mixatabê pirsgirêkê dibêjin.
Ji rêxistin û kesayetîyên kurd, ji bilî PKKê tu
kes xwedî li tirkîyatîyê, bayraka tirk û yekîtîya axa tirkyî dernakevin.
Erdogan, dibêje pirsa Kurd heye; lê divê dibin
sîwana yek dewlet, yek milet û yek bayraka de, bi Demokirasîyê çareser dibe.
Serokê Parlamentoyê Bulent Arinc jî dibêjie;
mixatabê pirsgirêka Kurd ne pkk û serokê wê ye, lê ew hemwelatîyên tirkîyê yên
bi eslên xwe kurd in ku destê wan neketîye xwîna merivên bêrî û kes nekuştine û
xwedî li yekîtîya axa û byraka tirkîyê derdikevin, ewin mixtabaê
pirsagirêka kurd.
Gelo ew kurdên ku Bulent Arinc terîf dike, kîne?
Biya min ji bilî PKKê tu kesekî din nîne.
PKK, xwedî li yekîtîta axa tirkîyê, bayraka wî û
netewa herî serdet tirk û tirkîyatîyê derdikevin. Serokê PKKê Ebudlah Ocalan her
car di çevpêketinên xwe yên bi abûkatên xwe re dibêje; ji kurdan re ne
dewlet, ne otonamî û ne jî federasyon pêwîste, belkî ji kurdan re
demokirasî pêwîst e û problema miletê kurd ya dewletbûnê tune, belkî ya
Demokirasîyê heye.
Dema pirsgirêka Demokirasîyê hebe wêçaxê
pirsgirêka Kurd tune. Pirsgirêka Kurd ne ya Demokirasîyêye. Pirsgirêka Kurd
pirsgirêka man û nemana miletek e.
Ew kesên navê pirsgirêka kurd diguherînin dikin
pirsgirêka Demokirasîyê, ew înkara mesela kurd dikin û dibin berdevkê dewleta
Tirk.
Erdogan dibêje; dibe ku dewletê berê hin şaşîtî
kiribin û îhtiraf dike ku dewletê şaşîtî kirîye, lê ew bi xwe jî wê sîyaseta ku
va 83ê salin ku şaşîtî kirî dûbare dike.
Dewleta tirk hetanî niha digot, yek milet, yak
bayrak û yek dwelet û Erdogan jî eynî şaşîtîyê dubare dike.
| Çevkanî:
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 2/9 2005
Seet: 10:00 |
|