**Menûya Kurdî**
 

 

 

Şêx Meeşuq El-Xeznewî  ji doda wendaye

STOCKHOLM, 12/5 2005-  Li gora portela (amude.com) Şêx Meeşuq el-Xeznewî hatîye revandin û tu kesekî   nizne bê ka li kuye û çi bi serê wî hatîye. Şêx Meeşuq el-Xeznewî vê sivistanê hatibû Swêdê û portela (Serhed.netê) du nûçe derbarî wî de weşandibû. Şêx Meeşuq el-Xeznewî  bi navê Îslamê Laîklik diparast û pir bi tûndî li dijî Îslama sîyasî derdiket.

 Bixwîne

 Pêlêke

çê portela (amude.com) li jêre

 

----------------------------------------------

Şêx Meeşuq el-Xeznewî hatiye revandin?
 

DORTMUND (amude.com) - Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê ragihand ku Şêx Meeşuq el-Xeznewî "hatiye revandin" û kes nizane bê ciyê wî li kû ye. El-Xeznewî do li Şamê bû û ji nîvro de ne xuya ye û malbata wî jî nizane ew li kû ye. Şêx Meeşuq el-Xeznewî di dema dawî de bi helwestên xwe yên eşkere li dijî çewisandina Kurdan û binpêkirina mafên wan ji aliyê rêjîma Suriyê ve hate naskirin. Ew herweha li dijî islama siyasî ye. Hin aliyên kurdî rêjîma Suriyê bi girtina el-Xeznewî gunehkar dikin. Ew dibêjin ku "li Suriyê bêyî ku hayê rêjîmê çêbibe, tiştek nabe."
 

 

 

 
Dem:12/5 2005  Seet: 13.00   şandine: Serhed.Net        Vegere