KSN/
1/6 2005- QAMIŞLO, Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî ji alîyê rejma Şamê ve
hat kuştin. Şêx Mihemed Meşûq Xeznewî ji alîyê hêzên asayîşê
yên Sûriyê ve di 10-ê gulanê li Şamê hatibû revandin û berî
çend rojan ew bi awayekê nexweş û bi birînên îşkenceyê li Şamê li
nexweşxaneyekî eskerîyê hatibû dîtin.
Li gora nuçeyên Ajansan, Malbata Şêx Meşûq
cenazeyê wî seet di 15:40î de anîne Qamîşloyê. Bi deh
hezaran Kurd dîsa daketin Kolanên Qamîşlo û cenazê Şêx Mihemed Meşûq
Xeznewî bi xemgînî girtin.