5/7 2005- Min
di kovara tirkan ya hefteyî ”Nokta” de hevpeyvîna bi serokê PRS -Partîya
Reform ya Surîyê –Ferîd N. Ghadry re xwend. Gelek keyfa min hat ku
partîyeke ereb û serokê wê kesekî ereb di derbarê kurdên binxetê –baþurê
rojavayê Kurdistan- de ewqas gotinên baþ dibêje û dîtinên pozîtîf pêþkêþ
dike. Ferîd N. Ghadry bi helwesteke vekirî piþtgiriya doza kurd û çalakî
û xwepêþandanên kurdan dike.
Ferîd N. Ghadry dibêje : ”Piþtî kuþtina
Þêx Maþûq xwepêþandan û serîhildana kurdan pêk hat. Rejima Baas zilm û
zordariyeke giran li ser kurdan pêk tîne. Kurd reaksîyonên xwe di kuçan
de tînin zimên. Bi qasê ku ez dibînim kurd însanên bi qerar û bi hêz in.
Hêvîya me ev e ku berxwedana wan ya demokratîk li ser gelê erebên Surîyê
jî tesîr bike û li hemberê Baasê li temamê Surîyê serîhildan pêk bê.
Qatîlê Þêx Maþûq desthilatdarîya Surîyê ye. Beþar Esad waadên ku daye
naynê cih û reforman pêk naîne.” -Kovara
Nokta hejmar : 1147-
Serokê SRP-ê di hevpeyvîna xwe de di
derbarê kurdan de gotinên baþ dibêje, zilma li ser kurdan tîne zimên û
diyar dike ku Þêx Maþûq ji alî rejima Surîyê ve hatiye kuþtin, lê çi
heyf ku hinek kurd berevajê vê dibêjin û rûn li nanê rejima partîya Baas
dikin. Dema min vê hevpeyvînê xwend beyanên PYD-a Apoyîyan û beyanên
serok û birêvebirê ”Partîya Yekîtîyê” hate bîra min. Beyanên serokê
partîya Yekîtîyê Îsmaîlê Emo û birêvebirê partîyê Þêx Elî þermezarîye.
Î. Emo û Þêx Elî beyanên nebaþ dan û li
hemberê xwepêþandanên ku ”Partîya Azadî ya Kurd” organîze kiribû,
derketin û di serde jî gotin : ”Rejima Surîyê kurdan ji bo kurd in
nakuje. Þêx Maþûq ji alî hukumeta Surîyê ve nehatîye kuþtin.”
Hinek partî û rêxistinên kurdan ecêb in.
Xwedêgiravî ew li dijê dagirkerîyê ne, lêbelê ji bo xwe bixin çavên
birêvebirên dagirkeran û xwe bi dewleta dagirker baþ bidin nîþandan çil
teqle liser hev davêjin.
Ji xwe re livê ecêbê binêrin;
þexsiyetekî kurd ê welatparêz bi xwînxarî tê qetilkirin, kurd têne
kuþtin û hinek partî û rêxistinên kurdan li dij kirina qirêj yên dewleta
dagirker derdikevin, dewletê protesto dikin, qirinên qirêj þermezar
dikin, rûreþiya dewletê li pêþberê qamuya giþtî ya cîhanê lanet dikin,
ji bo wê xwepêþandanên girseyî amade dikin û hinek partîyên kurd yên din
jî li dijê van tiþtan derdikevin. Birêvebirê partîya Yekîtîyê Þêx Elî
çima li dijê van çalakîyan derdikeve?
Dema Þêx Maþûq hate qetilkirin, divê Þêx
Elî ala têkoþînê bilind bikira û ji dewleta dagirker a Surîyê re bigota
: ”We Þêxekî welatparêz þehîd kir, lê bi dehan Þêxên welatparêz yên kurd
hene. Þêx maþûq bû þehîdê doza netewî, ew ne yê yekem e û ne yê dawî ye.
Têkoþîna doza netewa kurd dê her bidoma heta ku gel azad bibe, welat
rizgar bibe.Çêx Maþûq çû, waye Þêx Elî heye. ” Lê, çi heyf ku Þêx Elî
ala têkoþînê bilind nekir, helwesta teslîmbûnê û tirsonekîyê nîþan da û
rûn li nanê dewleta dagirker a Surîyê kir.
Li baþurê rojavayê Kurdistanê deh,
panzeh partîyên kurd hene. Di esasê xwe de hemû jî partîyên azadîxwaz
in, kurdperwer in. Partîya Yekîtîyê jî partîyeke welatparêz û azadîxwaz
bû. Lê, ev helwesta wan ya niha qert layiqê misyona wan ya azadîxwazî û
welatperwerîyê nîn e. PYD – Ev partîya Apoyîyan e û navê kurd jî lê
tune. – li dijê çalakîyên kurdên binxetê derkeve, nexwaze ku li derveyê
wan tevgereke alternatîf ya kurd bi hêz bibe û nexwaze ku ”Partîya Azadî
ya Kurd” çalakîyên xwepêþandanê organîze bike, mirov wan fêm dike. Rewþa
PYD-ê diyar e. Lêbelê bi partîya Yekîtîyê –ya Xwedêgiravî demokrat- çi
bûye? Qey ew jî bûne Apoyîyên þermok(!)....
Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd bi
beyanên serokê wê Îsmaîlê Emo û birêvebirê wê Þêx Elî kete rewþeke
þermezarîyê. Divê ew ji gelê kurd doza lêborînê bixwazin. Divê ew pesnê
dîktatorê dagirker û dewleta xwînxwar nedin. Ew partîyeke kurd in û divê
li doza kurdan xwedî derkevin, li hemberê dagirkerîyê têbikoþin.
Kurdên binxetê, anku kurdên Kurdistana
baþurê rojava ji hemû mafên xwe yên însanî –mirovahî-, demokratîk û
netewî bêpar in. Bi salane ku bi sedhezaran kurdên wir ji nasnameya
hevwelatî ya Surîyê bêpar in û dewleta dagirker a Surîyê wan kurdan tune
dihesibîne. Ew zindîyên mirî ne, zindîyên tuneyî ne. Kurdên ku xwedî
nasnameya hevwelatîya Surîyê ne jî, weke kurd nasnameya wan ya netewî bi
fermî nayê qebûlkirin, weke ereb têne qebûlkirin.
Partîya Komunîst a Surîyê û hemû
partîyên þirîkên partîya Baasê rewþa kurdan neanîne zimên û li doza
kurdan bi þêweyeke eþkera xwedî derneketine, heq û azadîya kurdan
neparastine. Niha partîyeke reformê bi eþkere li doza kurdan xwedî
derdikeve û piþtgirîya têkoþîna kurdan dike. Divê partî û rêxistinên
kurdan bi vê partîya reformê re hevkarî bikin, ew piþtgirîya hevûdu
bikin.