|
Şêx Ebdulkerîm Muderis, çû ber
Dilovanîya Xwedê |
انا لله وانا اليه راجعون
KSN/
30/8 2005- Şêx Ebdulkerîm Muderis xelkê Beyara ji herema Hewraman e û
yek ji alimê Kurd yê herî mezin bû. Şêx Ebdulkerîm Muderis 110 sal jîya û do li
Bexdayê dunya xwe guhert û çû ber Dilovanîya Xwedê Teala. Mirina Şêx Ebdulkerîm
ji alema Îslamê û ji gelê kurd re wendayîyeke mezin bû û xelkê Îraqê û bi
tayîbet miletê Kurd bi mirina Şêx Ebdulkerim gelekî xemgîn bûn.
Şêx Ebdulkerîm Muderis, xizmeteka mezin ji bona
dinê Îslamê û wêjeya kurd kirî. Şêx Ebdulkerim gelekî pirtûk çapkirîye û
berhemên wî hene. Berhemên Şêx yên bi kurdî û erebî derketine, wekî tefsîra
Quranê, ilmê şeretê û çand û wêjeyê da ne.
Şêx Ebdulkerîm Muderis di sala 1924an li
Silêmanîyê îcaza xetîbîyê girt û bi hezaran Feqî, Mela û xendekar li Îraq
li ber destê Şêx Ebdulkerîm Muderis gîhane
| Çevkanî: Yekgirtuyê
Îslamî
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 30/ 8 2005
Seet: 20:30 |
|