|
Şeva we ya
Rexaîbê Pîroz be!

KSN/ 11/8 2005-
Demsala xêr û bereketê bi sê mehan dest pê dike. Ji xwe divê ku misliman
di temanê salê de bi hin bingehan ve girêdayî bin û tiştên li wan hatine
ferzkirin pêk bînin û ji heramiyan xwe vekişînin; lê di sêmehan de
herwekî ku bêndera emelê salih vebûbe… herwekî ku rojên sultanê kaînatê
yê belavkirina diyarî û mukafatên layiqê rûmet û meziniya wî bin…
herwekî ku demsala biharê ya ku gul û kulîlk tê de dest bi bişkuvandinê
dikin be…
derfeta xwepakkirina
ji hemû kirêtî û xerabiyên ku di salê de mirov lê rast hatiye…
herwekî barana jiyanê
ya ku li tovên di giyanê mirov de çandî dike û giyan bi bihareke
hundirîn, bi dilgeşiyeke bi wî re dihesîne…
Şeveke di sê meha de,
di meha Recebê de û di êvara îniyê de.
Şeveke weha bi serê
xwe pîroz e û bi emel û kiryarên qenc layiqî pîrozkirinê ye, lê werin
binerin ku di wê şevê de Rexaîb jî heye.
Yek ji wan şevên
xêrtirîn e. Cenabê Muhemmed Pêxember Silavên Xwedê lê bin dibêje
”Pênc şev hene ku,
duayên di wan şevan de tên kirin bi şûnde nayin zîvirandin. Evana 1.
Êvara îniya yekem ya meha Recebê (Şeva Rexaîbê), 2. Pazdeyê Şabanê,
3.şevên îniya, 4.êvara şeva Remezanê, 5. Şeva cejna Qurbanê”. Suyûtî,
Camîu`ussaxîr, 3/454, Beyrût, 1972
ev hedîs ji Îbn-î
Esqelanî hatiye rîwayetkirin.
Lê divê ku em jibîr
nekin ku ev şeva hanê derfeteke xwepakkirina ji qirêj û gunehkariya ya
bi saya tobe û libergerînê ye.
Divê em vê şevê ji bo
xwe bikin destpêka jiyaneke rasteqîna ku li gor xwestek û daxwaza
Xwedayê Teala dibore.
Divê em wek milletên
mislimana diber xwe bidin ku nebin rûreşkên Îslamê û nimûneke xweşik pêk
bînin. Em bikin ku rastiya îslamê li ser me biçirûse, digel desttengî û
tinebûna di warê maddî de, nîşandana nimûneyek bêhempa di warê exlaq û
danûstendinê de, ku cîhanên rojava bi hemû derfetên di dest xwe de
nikarin bigihêjin asta wê ya exlaqî.
Bila wek misliman
haya me ji me hebe ku di navbera jiyana me û jiyana ku Îslam ji me
daxwaz dike de ferqeke gelek mezin heye.
Dema ku em berê xwe
didin jiyana civakên ku bi nav ji xwe re dibêjin ”em misliman in”, bi
hêsanî em dikarin hemû xerabiyên ku Îslamê ji hêla fikrî û jiyanê de
şerê wan kiriye bibînin. Herwekî ku her tişt berevajî bûbe.
Dema ku mirov bibêje
mislimanên derewkar, mislimanên diz, mislimanên neheq û zalim,
mislimanên rehperest, mislimanên araqvexur û zinêker, mislimanên li ser
gotina xwe nasekinin, mislimanên dagirker… çiqasa bi mirov nexweş tê û
çiqasa kesayetiya manevî ya Îslamê bi van sifat û rengdêrên kirêtên ku
di bingeha xwe de dijminantiya wan dike nerihet dibe…
Ev jiyana mislimana
ya xerabe û jihevketî ya îroj, rê li ber gelek kesan vekiriye ku derbarê
Îslamê de zimandirêjiyên ji qameta xwe gelekî mezintir bikin.
Bê gûman Îslam ji
kirinên me, ji jirêderketina me û gûnehên me pak û paqij e û divê ku di
nerîna heqperestan de nebe sedem ku maneyekê ji Îslamê re bibînin û berê
xwe jê biguherin. Lê mixabin gelekê kesan yan ji xwe ji berê de li
manakê ne yan jî ne ehlê fikr û ramanê ne û bi hissiyatên xwe
tevdigerin, gelekê cara bi çavê xwe difikirin; yanî yê li pêş çavê wan
ji bo wan dibe her tişt û biryara xwe jî li gor wê didin.
Ev îniya derbasbûyî
piştî nimêja Îniyê ciwanekî Swêdî temenê wî derdora 25 salî, li
mizgefta bajarê Uppsala rabû ser xwe û misliman bûna xwe li hember hemû
cemaeta ku hatibûn nimêja îniyê diyar kir û şahidî ji Yekîtiya Xwedê û
Pêxemberiya Cenabê Muhemmed silavên Xwedê lê bin da. A rast bi sedem
mislimaniya wî ez gelekî bihistiyar bûm û xwe bi xwe fikirîm ku ev yeka
hanê mucîzeyeke dînê Xwedê ku navê Îslamê lê kiriye bi xwe ye.
Heke vî ciwanî li
civatên me yên heyî yên li der û dora xwe binihêriya diviyabû ku tu carî
nebe misliman; heke li rewşa welatên mislimana jî bineriya û hukumet û
rêveberiyên wan bianiya ber çavê xwe dîsa diviyabû ku ji Îslamê bireve.
Lê na dema ku Xweda hîdayetê û riya rast bike para yekî û yek xwe li
heqiyê girê bide tu tiştek ji bo wî nikare bibe asteng û nehêle ku
bigihêje roja rastiyê.
Di vê serdema ku bi
awayekî gelekî dijwar li dijî Îslamê propaganda tên kirin, karê
mislimanekî yê herî girîng bi ya min ew e ku exlaqê îslamê û awayê wê yê
jiyanê li ser xwe bikaribe nîşan bide û ji Îslama ku dijminatiya tê
kirin re bibe nimûneyek jînde ku dilê der û dorê dibijê…
Xwedê di tetbîqkirina
Îslamê ya li ser jiyana xwe, vê şevê ji bo me, we û hemû alema îslamê
bike destpêkekê.
Şeva we ya Rexaîbê Pîroz be!
11.8.2005-Uppsala
mkurmanci@hotmail.com
Mucteba Baravî
|