**Menûya Kurdî**
 

şev tarî ye ji sipîka çav

“kêm ku kêm be, dibe heyî

tarî tarî be dibe ronî,

tine tine be, dibe heyî

bi reşika çavê dil li şevê biner.

(-) x (-) = (+)”

 

Tarî bi hemû rûreşiya xwe kumişiye ser bedena gerdûnê,

reng li dinê nehiştiye…

huner hemû di taldê de mane…

diz û xwediyê malê ji hev nayên cihêkirin…

xuşxuş û herikîna  çemên di rojan de xweşiyeke bêhempa dibexşînin giyanê mirov, di bin wî kirasê reş de dibe mina marekî reş î xeternak û tirsê dibexşîne…

Şev derfet in ji hemû dilreşan re,

Ji yên ku bi rengan nehesiyane, yên ku hunerek û rengek li ser wan tune…

ji perçimokan re dema firînê,

ji jîjoyan re dema nêçîr û lêgerînê,

ji guran re dema êrişkirana keriyê pezên ku şivanê wan xewar in…

Şev ji dilroniyan re jî derfet in…

ji yên ku di wê tariyê de ji ber cavê hemû afirandiya veşartî, bi hêstirên ku rengê wan diyar nabin lêborîna kirin û serboriyên xwe ji Xwedayê xwe dixwazin…

Lê dema ku ez dibêjim şev, ew cîhanên ku bi roj ji ber çavên min wenda dibin û bi şevê hebûna wan diyar dibe tên bîra min; hebûna sitêrkên bêjimar ku pê asîman xemleke bêhempa werdigire…

Di derya piraniyê de newqbûna di Yekbûnê de parîkî zor e…

Heş gelekê cara wê taqeta di Yekîtiyê de newqbûnê, li ser ramandin û ponijandinê bi xwe re nabîne…

bi dûdirêjî li ser pirsên ku jiyanê û wateya wê ji hevûdû derdixin û mirov digihînin encamekê ranawestin û gelekê cara fikrên ku tên meşandin di nîvê rê de diwestin û ji encamê destvala vedigerin.

Belê heş divê di rojê de alavên ku dê bi şevê bikar bîne berhev bike û bal bide ew tiştên ku dê dûvre wan bi hevûdû ve girê bide…

lê dema jihevderxistinê…

dema ew tefekkura ku tu kes mirov jê venagerîne û bi ava hêstirên paqij zingara cavê dil jê tê maliştin û digihêje asta dûrbîniya hebûnên di nav hezaran perdeyan de ji ber cavan hatine pêçan û veşartin...

Aha ew reşika çava ya ku dîtinê dibexşîne bedenê ye ku wê tariya şevê bi min dide hezkirin…

derketinê pêşberî çava ya wê cîhana bêtixûb ku heş ji ber jihevderxistina giraniya wê diweste û di tefekkura Afirendeyê wan de ji xwe diçe…

şevên ku derfetên diza nin, bi reşika çavê dilê bawermend dibin rêyên herî hêsan û kurt yên ku yekser ber bi Yekîtiyê de diçin û mizgîniyê ji bêdawîbûnê didin…

Kesên bi rastî mezin bin, di şevan de rûheyv in ew

Çiqas dûr û nenas jî bin, diçirûs in kewkeb in ew

Xewê wek mirnê dibînin, bi ramîn û xîret in ew

Di wan demên bêgotin de, çi xetîb û goter in ew

 

29-07-2005

Uppsala

 

 

 
Dem: 5/8 2005  Seet: 20  şandine: Serhed.Net        Vegere