|
Serokkomarê Tirk Ahmet
Necdet Sezer û serdana Suriyê
Sotckholm,
14/4 2005- Rejmên dîktator yek bi yek hildiweşin û yên din jî ji hilweşandinê re
rû bi rû mane. Lê yê herî pir ji paşaroja xwe bi tirs "dewleta Tirk e". Dewleta
Tirk ji her kesî bêtir; " ji ruxandina rejmên dîktator aciz dibe". Dema
hilweşandina rejma Sedam Huseyin de, dewleta Tirk wezîrê xwe Kurşat Tuzmen şand
ba Sedam û gelekî peyman êmzakirin. Îro jî Serokkomarê Tirk serdana rejma bees
ya dîktator kir.
Dewleta Tirk, ji bona ku rejma
Sedam neyê hilweşandin a ji desta hat kir, lê tu fêde nekir. Vêca piştgirîya
aligirê Sedam Huseyin dikin û ji wan kesên ku karê terorê li Îraqê dikin re
dibêjin; "gurûba berzwwdan".
Îro rejma Suriyê di devê
gulêdaye û ew jî wekî rejma Sedam belkî rojên xwe yên dawî dijmêre. Lê digel vî
ya jî Serokkomarê Tirk Ahmet Necdet Sezer, serdana rejma Şamê dike û dibêje Şam
mala min ya duemîne.
Sedema vê serdana Sezer, ew e
ku herdû dewlet jî naxwazin guherînên li heremê çêdibin bibînin û çawa
karin rê li miletê Kurd bigirin ku ne gihên armanca xwe. Bê guman ev
hewuldanên ku dewleta Turk di van rojên dewî de didin, her diçe dewleta Tirk di
qada navetewî de bi tenê dihêle.
Dema mirov li rujnamê Ereb û
yên Tirkan dinêre, di xala yekemîn de herdû dewlet li ser pirsa Kurd û
yekîtîya Axa Îraqî hemfikirin. Herdû dewlet di gelekî waran de wek hev
difikirin. Li ser pirsa Kud, Lubnanê, Îraqê û berdewamkirina polîtîkaya
tunekirina milletê Kurd de, wekî hevin û ji xwe nuqteyên wanê muşterek jî evana
ne.
|