serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Serokerkanê Tirk Hilmi Özkök, Berzanî êdî ne serok eşîr e

 

KSN/ 31/10 2005-  Serdana serokê Kurdistanê Mesud Berzanî ya Emerîka, bayeka sar û germ li Tirkîyê rakir û di çapemanî, rêxistin û demû dezgehên Tirkîyê de pir li ser hate devjenîkirin û rawêj hate nîşandan. Li ser vê yekê rojnamevann ji serokerkanê dewleta Tirk Hilmi Özkök, serdan Berzanî û rawêja ku tirkan dabû  pirsîn.

 Özkök, bi tevayê hlewesta Emerîka ew e. Berê Îngîltere jî bi Garry Adams re hevdîtin pêkanîbû û bi qasê tê bîra min me  wek dewlet nerazîbûna xwe revadabû. Ji ber ku me wê demê Berzanî serok eşîr didît. Lê niha rewş hat guhertin û divê em vi guherînê bi pejirînin.

Özkök, me ji Telebanî re jî wusan digot, lê îroj Telebanî, serokê Îraqê ye. Heke sibê Telebanî bixweze were serdana Tirkîyê, wê çaxê em ê çewa tevbigerin? Heke em Îraqê nasdikin, divê em bi gorî van guherînan jî tevbigerin.

Li Îraqê Herema Kurd bi hêztirbûye. Ji ber ku li Îraqê, desturek ku bi referandûmê hatîye pejirandin heye û di wê desturê de ew hebûn hatîye pejirandin. Paşê  Berzanî ji alîyê  Bush ve hat qebûlkirin, ev hemî îşaretê wê yekênem ku êdî dema gurînan di sîyaseta Tirkîyê ya derve de hatîye.

Di serê van guherînan de, di avakirina Îraqek Federal de, herema kurd ya Federal wekî destura salên 1970an de, wê bi awakî fermî were naskirin.

Axiftinên Özkök, li Tirkîyê tişteka nûye . Çevdêrên sîyasî wusan bawerdikin ku  wê dewleta Tirk , sîyaseta xwe derbarê başûrê kurdistan de bi guherînin, Lê ev jî tê bîra mirovan, gelo ev bîr û baweriyên Hilmi Özkök e, an jî gurîn di sîyaseta dewleta Tirk de çêdibe?

Wê bersîva van pirsana di rojên pêş de, derkevin holê.

serokerkanê  Tirk Hilmi Özkök, ne wekî serokerkanê berê ne. Mirovek bêdeng û ne zêde di medyayê de dixwîye. Berê du raojan jî, piştgirîya xwe ya ji hukumeta AKPê re dîyarkiri. Ev care yekemîne ku li Tirkîyê dezgehakî Tirkîyê ku wek parêzvanê Kemalîzmê tê naskirin û hemû sazîyên ku xwe Kemalist dibînin, li dijî hukumeta AKPê derdikevin, lê serokerkanê Tirk piştgirîya AKPê dike.

Murat Yetkin, di quncikê xwe yê Rojnama Redîkalê de, ev nivîs nivîsie


 

Çevkanî: Redikal  Amadekar:   Dilbirîn   Dem:  31 /10 2005           Seet: 14: 30






 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî