**Menûya Kurdî**
 

Serokê Kurdistanê; " Em wê  destûra ku  îhtirafê bi mafê Kurd neke,  qebûl nakin"

KSN/ 18/7 2005- Serokê  herema Kurdistanê Mesud Berzanî, ragîhand ku bi tevî  destûra Îraqê ya daîmî ku   di dema kifşkirî de tê nivîsîn jî,  miletê kurd wê destûra ku îhtirafê  bi hemû mafê miletê Kurd neke qebûl  nake. Ev daxwîyanî piştî civîna mektebên sîyasî ya PDKê û YNKê ku Mesûd Berzanî, serpereştîya vê civînê dikir, da. Berzanî, civîn gelekî baş bû, bi tayîbet ev civîn li ser mesela Kerkûk û  bicînanîna mada 58an ya destûra demî ya Îraqê bû.

Mesud Berzanî,  guftûgoyên li ser nivîsandina destûra Îraqê ya di dema kifşkirî de hat kirin û divê ev destûr bi awakî vekirî behsa hemû mafê miletê Kurd bike û ev maf jî çi ne werin dest nîşan kirin. Divê mada 58an were bicîanîn û em bi tu awayî qebûl nakin ku dev ji van meselana werin berdan.

Li ser pirseka ku, eger di destûrê de ev daxwazên we pêk neyên wê miletê Kurd kîjan rêyî bide pêş xwe? Berzanî, divê destûra Îraqê  destûreka ku îhtirafê bi mafê me bike, lê eger neke, wê çaxê ne mumkune ku em wê destûrê qebûl bikin.

Li ser pirsa ku we  çi piroje şandîye Bexdayê?  Berzanî, me piroje şandîye, lê me dîtinên xwe şandîye ku pêwîste qanûna îrada dewletê bibe qanûna esasî ya  Îraqê. Me gelekî caran gotîye û em dîsa jî dibêjin; ku divê Federalî li ser esasê coxrafîya Kurdistanê be.

Çevkanî: Peyamêr

Amedekar: Dilbirîn

 

 

 
Dem: 18/7 2005  Seet: 22  şandine: Serhed.Net        Vegere