|
Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Berzanî vegeriya Kurdistanê! |
KSN/
29/8 2005- Serê du hefteya bû ku Serokê Herema
Kurdistanê Mesûd Berzanî çûbû paytextê Iraqê Bexdayê.
Piştî
bazariyên zor û zehmet û di qanûna bingehîn de bicîhkirina daxwazên gelê
kurd îroj bi balafirê digel hin nûnerên gelê kurd vegeriyan Paytextê Herema
Kurdistanê Hewlêrê.
Serok
Berzanî ji hêla cemawereke welatî û berpirsiyaran ve hate pêşwazîkirin.
Serok
Berzanî piştî vegera Kurdistanê derbarê prosesa qanûna bingehîn de
daxuyaniyek da çapemeniyê û got:
Em gelek
spasdariya hemû kesên ku di vê prosesê de beşdar bûne û bi taybetî spasiya
nûnerên kurd dikin ku di hemû deverên baziriyan de û daxwazên gelê kurd de
bi awayekî gelekî tund ji bo ku berjewendiyê gelê xwe biparêzin diberxwe
dane.
Em vê
gavê nikarin bêjin ku hemû daxwazên gelên kurd di vê qanûna bingehîn de
hatine bicîhkirin lê belê em dikarin bêjin ku di van şert û mercan de
destkevtiyên ji vana mezintir nedibûn. Tiştê ku di qanûna bingehîn de nehate
bicîhgirin mafê çarenûsê bû ku ew jî bi awayekî giştî di maneya qanûna
bingehîn de heye; di qanûna bingehîn de yekîtiya bi dilê xwe heye û ev yeka
hanê jî di wê wateyê de ye.
Bi
bicîhkirina bendên mada 58 an jî dê di sala 2007an de referandûm çêbibe û
piştî wê dê tixûbên kurdistanê jiberxwe ve derkevin holê.
Ji ber vê
yekê bila dilê gelê kurd rihet be û ji dil û can bi erênî beşdarî prosesa
referandûma qebûlkirina qanûna bingehîn bibin.
Li ser
pirseke ku ”Nabe ku Qanûnek li dijî dînê Îslamê derkeve!” jî weha got:
Ji xwe em
tu carî razî nabin ku qanûnek ne li dîjê dînê îslamê ku bîr û baweriya gelê
me ye û ne jî li dijî tu diyanetên dinê derkevin. Lê di heman demê em rê
nadin ku qanûnek ku li dijî prosesa demokratbûnê û binpêkirina mafê jinan derkeve.
Li ser
pirsa qebûnekirin û îmzenekirina suniyan jî:
Gelek ji
sunniyan bi me re ne û tenê hinekan ji wan qebûl nekirine, em vê gavê
nizanin ku ew çiqasa nûnerê gel in jî em dê binerin dê gel biryara xwe bide.
Wekî dinê
jî got:
Belê rast
e ku karê me yê sereke cîbicîkirina daxwazên gelê kurd bû di qanûna bingehîn
de lê di heman demê de me navberçîtiya Şîa û Sunna jî dikir û dixwest ku wan
nêzîkî hevûdû bikin.
|
Çevkanî:
Kurdistan.TV
Amadekar: Mucteba
Dem: 29-8
2005
Seet: 20:30 |
|