|
|
|
|
|
Serokê Kurdistasnê Mesud
Berzanî, Çû Emerîka |
|
KSN/
23/10 2005- Îroj seet li
dora 11.30an li gora dema Kurdistanê, serokê Kurdsitanê Mesud
Berzanî û bi tevî heyetek pêre ku ji
serokwezîrê
herema Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, Dr Berhem Salih, Dr. Fuad
Mesum û çend endamên Parlamentoya Kurdistanê
, ji firokxana Hewlêrê berê xwe dan Emerîka. Ev
cara yekemîne ku Birca Sipî, bi awakî fermî Serokê Kurdistanê
pêşwazî dike.
Li Firokxana Hewlêrê
Berzanî, waha got: Di vê serdana xwe de, em ê bi serok
Bush, hemû serkirde û endamên Kongirêsa Emerîka bibînin. Di
hev dîtinênan de, em ê li ser rewşa Îrak û bi tayîbetî ya
Kurdistanê bi sekinin. Ev Cara yekêye ku weha pêşwazî li Kurd
tê kirin |
| Çevkanî: peyamnêr Amadekar: Dilbirin
Dem: 23 /10 2005
Seet: 14: 00 |

|
|
|